BI DÎMEN

Becerîklî: AKP û Qesr destûra bingehîn û hiqûqê binpê dikin!

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî got, "Ji 7'ê Hezîranê û vir ve hikûmet û qesr, destûra bingehîn, hiqûq û qanûnan binpê dikin. Pêkanîna veguhastina sindoqan jî parçeyek ji ve yekê ye."

Hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên Êlihê, ku ji ber li djiî operasyonên leşkerî weke 'mertalên zindî' çûne qada şer, bi hinceta 'propaganda rêxistinê' hatin girtin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî ya nerazîbûn nîşanî vê yekê da, ji ANF'ê re axivî. Becerîklî diyar kir ku konsepta şer bi ferman qesrê destpê kiriye û got, "Biryara şer a qesrê û hikûmeta AKP'ê, biryarek ji bo pêşîgirtina li modela xwerêveberiyê û wergirtina 400 wekÎlan e."

Becerîklî bibîr xist ku ev konsepta şer bi taybetî li navçeyên HDP'ê dengekî gelekî bilind wergirtiye hatiye destpêkirin û got, "Ji Gever heta Gimgim, Lice, Farqîn, Silopiya û Cizîrê hewldanên komkujiyê hatin kirin. Ev hemû êrîşên dengan ên konsepta şer in. Bêguman gelê Kurd li hemberî van hemûyan hişyar û destnîşan kir ku divê hîn bêhtir ew têkoşînê amade bin.

Becerîklî anî ziman ku  gelê Kurd dizane ev operasyonên leşkerî bi awayekî topyekûn li hemberî siyaseta Kurd tên meşandin û diyar kir ku herî dawî, welatiyên pê hesiyan li Qabilcewzê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin, bi awayekî organîzeyî weke mertalên zindî meşiyan herêmê.

Becerîklî ragihand ku ev yek nêzîkatiyeke însanî ye û got, "Ji bo ji her du aliyan mirin nebe, canê xwe danîn holê. Lê belê di çarçoveya heman konsepta şer de 83 hevalên me hatin binçavkirin. Bi bi biryara dozgeriyê re 26 hevalên me hatin girtin. Yên hatine girtin hemû Hevşaredar, hevserok û rêveberên me yên bajar û navçeyan e. Bi van girtinan re dixwazin partiya me bê rêveber bihêlin û bi vî rengî pêşî li wergirtina dengan bigirin. Her wiha bi komkirina sindoqan li hev re dixwazin nîşan bidin qaşo deng beriya niha bi zora çekê hatine wergirtin. Ev helwest li dijî destûra bingehîn e.

Parlamentera HDP'ê Becerîklî axaftina xwe wiha dewam kir: "Bêguman li pêş çavan e, ku ji 7'ê Hezîranê û vir ve hikûmet û qesrê bi çi rengî destûra bingehîn, hiqûq û qanûn binpê kiriye. Pêkanîna veguhastina sindoqan jî parçeyek ji ve yekê ye. Ji bo dengên Kurdan û hejmara parlamenterên wan kêm bike û 400 wekîlên xwe bi dest bixe, serî li van hîleyan didin. Lê belê bi atmosfera heyî re, bi taybetî jî wê li Êlihê negihêjin armanca xwe. Weke ku tê zanîn me cejnek derbas kir, lê gel ev cejn pîroz neki. Li vê derê welatiyekî ne polîtîk jî, gelekî baş dibîne bê çi diqewime. Heta niha mirovan bi tenê dua dikirin, lê êdî bi nifiran bersivê didin Serokkomar. Gel dizane ku ev şer û encamên vî şerî, bi biryarên qesrê rû dane."

...