'Bê ku şer derkeve hatin înfazkirin'

Xebatkarekî Midûriyeta Polîsan, der barê bûyera 9'ê Mijdara 2016'an li Rezanê agahî da û got, "Bêyî ku şer derkeve 2 endamên PKK'ê hatine înfazkirin.

Di 9 Mijdara 2016’an de hate îdiakirin ku li taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê li dijî polîsan êrîşek çekdarî hatiye lidarxistin û di êrîşa çekdarî ya li Sîteya Toptanciyan de şer derketiye. Her wiha ajansa nûçeyan a dewletê (AA) îdia kir ku di şerê de gerîlayek HPG’ê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. 

Li gorî agahiyên ji xebatkarekî Midûreta Polîsan hat wergirtin, li vê derê şer derneketiye. Navborî got: "Bê ku şer biqewime, li ser îxbarê wesayîtek hatiye şopandin û piştre wesaît ji aliyê polîsan ve hatiye gulebarankirin. Du endamên PKK’ê li cihê bûyerê hatine înfazkirin." 

‘BÊ KU ŞER DERKEVE HATIN ÎNFAZKIRIN’

Xebatkarê ku li Midûriyeta Polîsan peywîrdare û nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, ku beriya endamê PKK’ê yê bi navê Ridvan Şahîn ê ji navçeya Erdîş a Wanê were înfazkirin Çawişê Pispor ê bi navê Abdulazîz Turkoz, ku li Amedê wezîfedar e, li malbata Şahîn geriya ye û jê re gotiye, ‘’Bi lezgînî xwe bigihînin kurê xwe. Kurê we birîndar hatiye girtin.’’ Li ser vê yekê malbata Şahîn ji Erdîşê berê xwe da Amedê.

Li gorî agahiyên ji malbata Şahîn hatin wergirtin, dema malbat digihêje navçeya Tetwan a Bedlîsê ev Çawişê Pispor Abdulazîz Turkoz peyamek duyemîn dişîne û dibêje, "Neyên cenazeyê kurê we teslîm we nakin." Li ser vê yekê malbata Şahîn ji Tetwanê vedigere Erdîşê.  

‘MALBATÊN GERÎLAYÊN PKK’Ê ÎXBAR DIKE’

Xebatkarê nexwest navê xwe eşkere bike der barê Çawişê Pispor Abdulazîz Turkoz de jî agahî da û ev tişt got: ‘’Abdulazîz Turkoz 38 salî ye. Eslê xwe ji navçeya Erdîş a Wanê ye. Li Amedê peywirê dike û di heman demê de li Zanîngehê beşa Hiqûqê dixwîne. Abdulazîz têkiliyek wî ya xurt bi Midûriyetên Polîsan ên Amed û Wanê re heye. Abdulazîz malbatên endamê PKK’ê û xebatkarên HDP û DBP’ê îxbar dike. Her wiha dîsa xwendekarên li Zanîngehan jî dixwîne îxbar dike."

‘LI MALBATAN HEQERET HAT KIRIN’

Hêjayî gotinê ye ku piştî çend roj li ser bûyerê re derbas dibe Midûriyeta Polîsan a Amedê li her du malbatên gerîlayên HPG’ê bi telefonê digerin û dibejin 'werin cenazeyê xwe bigrin'. Piştî her du malbat ji Wanê diçin Amedê rastî heqareta polîsan têm û bê ku cenazeyen zarokên wan radestî wan bikin dibêjin 'biçin cenaze tine ye'.

...