BDP'ê bi boneya cejnê gora Vedat Aydin ziyaret kir

BDP'ê bi boneya cejnê gora Vedat Aydin ziyaret kir

Rêxistina BDP'ê ya Amedê biboneya Cejna Remezanê gora Serokê Rêxistina HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991'an de li Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate qetilkirin ziyaret kir û gul danîn ser gora wî.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê biboneya Cejna Remezanê li Goristana Deriyê Mêrdînê gora Serokê Rêxistina HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991'an de li Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate qetilkirin ziyaret kir. Parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Emîne Ayna û Altan Tan, Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Seroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zubeyde Zumrut, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Hafîze Îpek, şaredarên navçeyan, DIYA-DER, MEYA-DER û gelek rêveberên BDP'ê tevlî ziyaretê bûn. BDP'iyên li ber goristanê hatin cem hev piştî pîrozkirina cejnê gora Aydin ziyaret kirin û li ser gorê dua xwendin. Pişt re rêzgirt girtin.

'KESÊN DI VÊ RÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN TU CARAN NAYÊN JIBÎRKIRIN'

Piştî rêzgirtinê Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan axaftinek kin kir û wiha got: "Vedat Aydin jî ji peygamberê yekemî Hz. Adem heta niha di têkoşîna di navbera mazlûm û zaliman de berdewam dike her tim li cem mazlûman cih girt. Van kesan ji bo maf û hiqûqekê canê xwe dan. Kesên di vê rê de jiyana xwe ji dest dan tu caran nayên ji bîrkirin û îro jî li vir tên bîranîn."

Piştî axaftinê gul danîn ser gora Aydin û BDP'î ji goristanê veqetiyan.