Bayik: Yên dixwazin me tine bikin, dawî li xwe tînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser êrîşên tinekirinê yên li hemberî wan tên kirin û got, "Eger hûn bixwazin me tine bikin, hûn ê hingî bingeha tinekirina xwe amade bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser êrîşên tinekirinê yên li hemberî wan tên kirin û got, "Eger hûn bixwazin me tine bikin, hûn ê hingî bingeha tinekirina xwe amade bikin."

Cemîl Bayik ji Stêrk TV re axivî û di destpêkê de milîtana PKK'ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan a di sala 1996'an de li Dersîmê çalakiya fedayî pêk anî, bibîr anî. Bayik diyar kir, çalakiya Kinaci peyamek li hemberî faşîstên mêtînger bû û got, "Eger hûn di şexsê Serok Apo de li hemberî gelê me û tevgera me siyaseta tinekirinê bixin dewrê, em ê jî bi hemû derfetên xwe li hemberî vê siyasetê bisekinin."

Bayik got, "Eger hûn bixwazin me tine bikin, hûn ê hingî bingeha tinekirina xwe amade bikin" û destnîşan kir, ku çalakiya Kinaci tê vê wateyê.

Bayik hilweşîna îro li Kurdistanê tê kirin nirxand û diyar kir, xuya ye mêtînger dest ji siyaseta tinekirinê bernadin.

Bayik mijarên; rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, hewldana bicihkirina qeyûman li nava Şaredariyên DBP'yî û windakirina Hûrşît Kulter nirxand.

Bayik di dewama axaftina xwe de got, ""Erdogan, AKP û dewleta Tirk niha dixwazin bi siyaseta tinekirinê encamekê bi dest bixin. Dixwazin gelê Kurd ji aliyê çandî û fîzîkî ve tine bikin û demografiya Kurdistanê biguherînin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bibÎr xist, ku beriya niha jî êrîşên bi heman rengî hatin kirin û got, "Lê belê ya îro ji yên beriya niha hinekî cudatir e. Cudahî jî ev e: Hêzên Îslamî û xayînên Kurd tevlî van êrîşên tinekirinê kirin."

Bayik da xuyakirin, konsepta tinekirinê ya tê meşandin ne tenê ya Erdogan e, siyaseta dewletê bi xwe ye û wiha dewam kir: "Ji ber ku dewlet, neteweperest, faşîst û hemû alîgirên şer li dora AKP û Erdogan civiyan. Kurdên xayîn jî bi van re bûn yek. Dest dane hev û dixwazin Kurdan tine bikin."

LI CIHÊ ÇAPEMENÎ NE AZAD BEI, DÎKTATORÎ HEYE

Têkildarî zexta li ser çapemeniyê û kampanya ji bo destekkirina Ozgur Gundemê de Bayik diyar kir, rejîma AKP'ê dixwaze dengê her kesên li Tirkiyeyê bibre.

Bayik got, "Erdogan ji xwe dixwaze bibe Sûltan. Dixwaze Tirkiyeyê jî bike Osmaniya nû. Vê siyasetê jî bi rengekî vekirî dike."

Bayik ragihand, Erdogan vê mesajê dide yên siyaseta wî qebûl nakin: "Ya hûnê werin girtin, yan bên kuştin, yan jî hûn nikarin ji Tirkiyeyê derkevin. Ji bilî teslîmiyetê em tiştekî qebûl nakin. Werin teslîm bibin û xizmetê ji me re bikin."

Cemîl Bayik da zanîn, li cihê çapemenî û raman ne azad be, li wir dîktatorî û faşîzm hene û diyar kir, Erdogan dixwaze ji cîhana derve re bêje, "Ez xurt im, tiştê dixwazim dikim, divê hûn li cem min cih bigire."

AMED PAYTEXT E, DEWLETA TIRK JÎ BI VÎ RENGÎ DIBÎNE

Bayik bal kişand ser pêkanînên Rewşa Awarte yên tên berfirehkirin û li ser sedema hedefgirtina Amedê ev tespît kir:

"Amedê weke navendekê dibîne. Eger karibin ji Amedê encamekê bi dest bixin, ji wan heye ku wê li tevahiya Kurdistanê encamê werbigirin. Lewma Amedê esas digirin. Yanî di şexsê Amedê de dixwazin Kurdan tine bikin. Amed ne bajarekî ji rêzê yê Kurdistanê ye. Gelê Kurd Amedê weke paytext dibîne. Dewleta Tirk a mêtînger faşîst jî Amedê bi vî rengî dinirxîne."

DIVÊ GELÊ KURD AXA XWE NETERIKÎNE, RÊYA YEKANE BERXWEDAN E

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, dewleta Tirk ne tenê li gundan, li bajaran jî jiyan li gel herimandiye û derfetên jiyanê ji holê rakiriye.

Bayik da zanîn, mirov ancax bi rengekî azad karibin li ser axa xwe bijîn û got, "Lewma gelê Kurd birçî jî bimîne, îşkence û mirin jî li ser bê ferzkirin, divê welatê xwe, axa xwe neterikîne. Pêwîste berxwedanê esas bigire. Ji bilî berxwedanê tiştekî din nikare Kurdan bide jiyîn."

Bayik işaret bi nîqaşên li nava hikûmeta AKP'ê jî kir û got, "Gelek kes û derdorên beriya niha li cem AKP'ê cih digirin, niha jê dûr ketine. Hem li hundir hem jî li derve AKP bi tenê dimîne. Ev yek encama siyaseta AKP/Erdogan e."

Bayik di dewama axaftina xwe de ji bo operasyona rizgarkirina Minbicê got, "Minbic ji bo DAIŞ'ê girîng e. Ji ber ku ji Tirkiyeyê timî alîkariyê digire. DAIŞ rêxistineke Erdogan e. Erdogan dixwaze bi destê DAIŞ'ê bigihêje armancên xwe."

Bayik da xuyakirin, ku DAIŞ çoyê di destê Erdogan de ye û got, "Hêza esasî ne DAIŞ e. Li pişt wê hin hêz hene. Serkêşê van jî Erdogan û siyaseta AKP'ê ye."

Bayik ragihand, ji ber vê yekê DAIŞ dixwaze Minbicê biparêze û destnîşan kir, ev şerê li Minbicê dimeşe ne bi tenê Minbicê eleqedar dike.

Bayik got, "Ev şerekî li dijî DAIŞ û Erdogan e. Şerekî ji bo mirovahiyê ye."

Cemîl Bayik da zanîn, ji ber vê yekê divê hêzên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên dixwazin bajêr rizgar bikin, hesabê Tirkiyeyê bikin û destnîşan kir, ya girîng e ew ku windahiyên cidî neyên dayîn û bi tedbîr operasyon bê meşandin.

Bayik ragihand, hêzên QSD bi ser ketine û got, "Lê belê ew ê bixwazin derbê li QSD'ê bixin. Ji ber vê yekê divê QSD haya xwe ji vê hebe û li gorî wê tevbigere."

PÊWÎSTE TIFAQA YNK-GORAN HEMÛ PARTIYAN VEHEWÎNE

Bayik der barê avakirina konseya hevpar a navbera YNK û Goran de jî destnîşan kir, ku ew yekîtiya navbera Kurdan timî erênî dibînin û got, "Ne tenê Goran û YNK, divê bibe yekîtiyek ku temamiya partiyan vehewîne. Pêwîste PDK bi xwe jî tevlî vê yekîtiyê bibe."