Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik encamên hilbijartinê nirxand û got, "Encamên hilbijartinê wê di feraseta siyaseta li Tirkiyeyê de rê li ber guhertinên girîng veke. 7'ê Hezîranê ne tenê serketina HDP'ê ye, di guhertina rêbaza siyaseta li Tirkiyeyê de wê bibe werçerxek."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û bandora serketina HDP'ê ya di van hilbijartinan de ji ANF'ê re nirxand.
Bayik da xuyakirin ku encamên hilbijartinê wê di feraseta siyaseta li Tirkiyeyê de rê li ber guhertinên girîng veke û destnîşan kir ku 7'ê Hezîranê ne tenê serketina HDP'ê ye, di heman demê de di guhertina rêbaza siyaseta li Tirkiyeyê de werçerxeke girîng e.
Bayik diyar kir ku ji niha û pê ve wê zehmet be ku zîhniyetên otorîter û qure di siyaseta Tirkiyeyê de cih bigirin û got, "Di şexsê Erdogan û AKP'ê de her kesî ders stendiye. Yek ji encamên girîng ên vê hilbijartinê ew e ku civaka Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê dersa xwe wergirtine. Hatiye dîtin ku êdî siyaseta Tirkiyeyê bi mejiyê otorîter û hegemon re nagihêje ti cihî."
Bayik da xuyakirin ku eger Tirkiye wê bibe xwedî aştî û aramiyê, pêwîste zimanekî mafê jiyana demokratîk û azad dide hemû nêrînên siyasî, tebeqeyên civakî, civatên etnîkî û baweriyan û ev xal destnîşan kir: "Ji ber vê yekê ne tenê AKP û CHP, MHP jî neçare biguhere. MHP jî êdî bi ziman û nêzîkatiya beriya dehan salan, nikare di siyaseta Tirkiyeyê de cih bigire. Eger dev ji ziman û rêbaza xwe ya berê bernede, wê bibe partiyeke ku dijminatî û xeabiya herî mezin li Tirkiyeyê dike. Ji ber vê yekê MHP jî neçar e di çarçoveya encamên hilbijartinê de, li gorî rastiyên Tirkiyeyê zîhniyet, polîtîka û helwesta xwe biguherîne. Bê guman CHP jî neçar e xwe biguherîne. Partiya ku herî zêde pêwîstiya xwe bi guhertinê heye, CHP ye. Ji ber ku partiya bingehîn û damezrîner a Komara Tirkiyeyê ye, ji her tiştên erênî û neyînî yên Tirkiyeyê herî zêde ew berpirsyar e."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku pêwîste karaktera hegemonîk û zimanê hegemonîk ên siyaseta Tirkiyeyê bên terikandin û got, "Zîhniyeta AKP'ê, dewamkirina partîtiya beriya 50-60 salan e. Divê dest ji vê berde. Vî ziman û karakterî, berî 50-60 ti xêr ji Tirkiyeyê re neanîn, îro jî neaniye û wê ji niha û pê ve jî neyne. Ji ber vê yekê siyaseta Tirkiyeyê neçare demokratîk bibe."
'GELÊ KURD MAFÊ TEMSÎLÊ DAYE HDP'Ê'
Bayik da zanîn ku encamên hilbijartinê ji aliyê tevgera wan ve jî xwedî bandorên girîng in û got, "Tevahiya gelê Kurd mafê temsîlkirina xwe daye HDP'ê. Ev yek di heman demê de îlanek ji tevahiya cîhanê re ye ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, Kurdan temsîl dikin. Ji ber ku HDP projeyeke li hev kombûna gelek bawerî, nasname, çand û nêrînên siyasî ya cuda ye. Bê guman di nava vê de tevgera siyasî ya demokratîk ku di encama têkoşîna çil salan a têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd de derketiye holê, civaka demokratîk û rastiya gelê Kurd ê welatparêz ê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide, heye. Ji ber vê yekê, berpirsyariyên mezin dikevin ser milê tevgera me."
'MEYLA JI BO ÇARESERIYA DEMOKRATÎK HATIYE XURTKIRIN'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku encamên hilbijartinê meyla çareseriya li ser bingeha demokratîk a pirsgirêka Kurd derxistine holê û got, "Hêz daye meyla çareseriya demokratîk. Helwest û nêzîkatiya tevgera me ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, wê ji niha û pê ve jî dewam bikin. Ji bo projeya HDP'ê li ser vê bingehê hîn bêhtir bi bandor bibe, wê berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Lê belê ev yek bi tenê bi nêzîkatiya me re bi cih nayê, ne karekî bi tenê bi niyeta baş a HDP'ê bi cih were anîne. HDP wê di vî warî de hewldanên xwe zêde bike. Tevgear me jî wê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê, zêde bike."
Bayik destnîşan kir ku divê hurmet ji vîna demokratîk a gelê Kurd re were nîşandan û bi vî rengî dewam kir: "Kurd dixwazin di xeta HDP'ê de pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk çareser bibe. Di xeta HDP'ê de çareserî jî diyar e: Çareseriya li ser bingeha neteweya demokratîk. Yanî çareseriya bi rêveberiya xwe bi xwe ya Kurdan a li ser bingeha demokrasiya herêmî ya bi nasname, ziman û çanda xwe re. Tevahiya Kurdan projeya HDP'ê erê kirine. Di nava sînorên Tirkiyeyê de di çarçoveya neteweya demokratîk a bi gelên Tirkiyeyê re daxwaza xwe ya çareserî û polîtîkayeek ji bo jiyana demokratîk û azad, destnîşan kirine. Pêwîste her kes vê yekê li ber çavan bigire. Em lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk a di nava gelên Tirkiyeyê de derket holê, gelekî watedar dibînin. Tevahiya gelê Tirkiyeyê jî bi rastî çareseriya pirsgirêka Kurd dixwaze. Wê demê divê her kes vê li ber çavan bigire. Naxwe gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, polîtîkayên neçareseriyê yên veguherîne rêbazekê qebûl nakin û ne pêkane li hemberî van polîtîkayan bêdeng bimînin."
'TÊKÇÛNA AKP'Ê TÊ WATEYA TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de û têkçûna AKP'ê wê yekser bandorê li polîtîkayên Tirkiyeyê yên der heqê Sûriye û Rojhilata Navîn de bike û got, "Ji ber ku têkçûna AKP'ê tê wateya têkçûna DAIŞ'ê. Lewma, DAIŞ ji çavkaniya xwe ya herî girîng mehrûm maye. Êdî ne pêkane ku dewleta Tirk mîna berê destekê bide DAIŞ'ê. Bê guman AKP wê bixwaze desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê dewam bike. Kîjan partî hikûmetê ava bike jî, hebûna HDP'ê û partiyên din wê nehêle ku hikûmeta AKP'ê destekê bide DAIŞ'ê. Ji ber vê yekê, ev rewş wê yekser bandorê li polîtîkaya Sûriye û Rojhilata Navîn bike.
Li aliyê din HDP xwedî zîhniyetê neteweya demokratîk e. HDP projeya neteweya demokratîk e. Modela neteweya demokratîk jî tê wateya jiyana hemû civatên olî û etnîkî di nava aştî û neteweya demokratîk de. Serketina HDP'ê di heman demê de serketina projeya neteweya demokratîk e. Bê guman ev yek wê bandorê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bike. Wê ji bo jiyana bi hev re ya civakên cuda yên li Sûriye û Rojhilata Navîn bibe mînak."
Bayik anî ziman ku serketina HDP'ê ji bo Sûriyeyê jî wê projeyeke alternatîf zindî bike û got, "Wê were wateya pêşkêşkirina projeya alternatîf ji bo gelên Sûriyeyê. Ji xwe polîtîkaya komkirina li hev a civatên olî û etnîkî ya Şoreşa Rojava, di asteke girîng de bandorê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dike. Bi serketina HDP'ê re ev proje ne tenê bi Rojava re bi sînor ma, di heman demê de veguherî polîtîkayeke ku Tirkiyeyê jî digire nava xwe.