Baydemîr: Em ê di 7’ê Hezîranê de guhar bixin guhê wan

Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr got: “Gelê Rihayê divê di 7’ê Hezîranê de dersek wisa bide hikûmeta AKP’ê ku, guharê ku wan nexistî guhê pezê me, em di sindoqan de bixin guhê wan.

Namzetên parlamenteriyê yê HDP’ê yê rêza yekem yê Rihayê Osman Baydemîr çû serdana Bazara Sewalan a Rihayê û got: “Wezaretê beyî binesaziya wê ava bike, pergala gûharkirinê anî.  Esnafên me perîşan bûn. Gelê Rihayê divê di 7’ê Hezîranê de dersek wisa bide hikûmeta AKP’ê ku, gûharê ku wan nexisti guhê pezê me, em di sindoqan de bikin guhê wan.”

Baydemîr di saetên sibê de çû serdana Bazara Sewalan a Rihayê û ligel wî hevserokê navçeya Eyyubiye yê HDP’ê Hasan Durbun jî çû.

Baydemîr ji aliyê serokê Komeleya Bazara Sewalan a Rihayê Îzzet Çîftçî û rêveberên komeleyê ve hat pêşwazîkirin. Baydemîr bi gel re sohbet kir û rastî eleqeyek mezin hat.

Baydemîr got ku sala buhrî jî hatine serdana bazarê û got: “Pirsgirêkên ku we sala buhrî ji min re vegotin, di salekê de du qat bûne. Li Rihayê salane 2 mîlyon pez tê xwedîkirin û cihê herî xwedî potansiyela mezin a sewalan a Tirkiyeyê ye. 
Riha cihê çandiniyê ye.  Lê mixabin esnafên me perîşan bûne. Esnafên li vir ji sibehê de ye ji pergala guhdarkirinê gazincan dikin. Wezaretê beyî ku binesaziya teknîkî û aborî bike, pergala guharkirinê anî. Sewalên me nayên sewqkirin. Di rê de sewal tê serjêkirin.  Lê xwediyê wan bi 10 hezaran pere ceza tê birîn. Goştê wan nayê dayîn.  Ya esas ev e ku li vir tesîsek bê avakirin.  Ev bazar 4 sal e hatiye avakirin lê kêmasî hîna çareser nebûne. Du dadgeh hene. Yek mahkeme-î Kubara ye. Em ê hemû rojekê li wir bên darizandin. Ya din jî dadgeha gel e.  Di demokrasiyan de dadgeha gel sindoq in. Gelê Rihayê divê di 7’ê Hezîranê de dersek wisa bide hikûmeta AKP’ê ku, guharê ku wan nexistin guhê pezê me, em ê di sindoqan de bixin guhê wan. Hêza guherînê di destê we de ye.”

Baydemîr û kesên ligel wî piştre çûn serdana bazara êm.