Baxçeyê hevdîtina bi Rêbertî re

Gerîlayê HPG’ê Delîl Efrîn diyar kir ku çandina daran ji bo wan watedar e û wiha axivî: “Me navê vî baxçeyî kir baxçeyê hevdîtina bi Rêbertî re, zindîhiştina vî baxçeyî zindîhiştina felsefeya Rêbertî ye.”

Di 4’ê Nîsanê salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de her sal ji aliyê gelê Kurd û gerîlayan ve şitil tên çandin. Li çiyayên Kurdistanê bi dehan baxçeyên ku gerîla wek, “Baxçeyên Rêbertî’ bi nav dikin hene. Li van baxçeyan her sal şitlên nû tên çandin û gerîla li van baxçeyan dinêrin.  

Li yek ji van baxçeyên li Herêmên Parastinê yên Medya gerîlayên ji gelek qadan hatin bi sererastkirina baxçe re mijûl bûn. Ev baxçeyê 4’ê Nîsana sala 2013’an hat çêkirin, dikeve sala duyemîn. Gerîlayên azadiyê ligel kar û xebatên xwe bi coş û kêfxweşî li vî baxçeyî dinêrin. Gerîlayê HPG’ê Delîl Efrîn diyar kir ku çandina daran ji bo wan bi watedar e û wiha axivî: “Me navê vî baxçeyî kir baxçeyê hevdîtina bi Rêbertî re, zindîhiştina vî baxçeyî zindîhiştina felsefeya Rêbertî ye.”

...