Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îsmaîl Gurkan (Şiyar) ê di operasyona li bejahiya Qanciya ya ser bi navçeya Erzîrom Qereyaziyê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê hat wergirtin û ji bo veşartinê birin gundikê Qêjîk ê Taa Hasanova ya Qereyaziyê.
Tevî gelek welatiyan namzetên HDP'ê yên Erzîromê û hevşaredar tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenaze bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hat definkirin.
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn bavê Gurkan Îdîrs Gurkan axivî û wiha got: "Ev ciwanên hêja ji bo em hêj bêtir bi rihet bijîn canê xwe bida kirin. Divê hemû kesên dibêjin ez kurd im destê xwe danê ser wijdana xwe. Polîtîkayên îmha û tinekirinê bibîne û li gorî wê di 1'ê Mijdarê de biçe ser sindoqan. Hilbijartin ji bo gelê kurd şensê dawî ye. Şiyar ji bo zarokên kurdan bi ziman û rûmeta xwe bijîn şehîd ket. Eger em bêjin bila Şiyarên din nemirin divê hemû kes di hilbijartina 1'ê Mijdarê de Kurdistanê ji AKP'ê paqij bikin. Divê hemû gelê me piştgiriyê bide HDP'ê. Serê Kurdistanê sax be."