Başûrî: Em bi xurtî li dijî êrîşa li hemberî şehîdgehan derkevin
Welatiyên ji Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî goristanên gerîla dan û gotin, "Di navbera vê zîhniyeta êrîşî nirxên me yên pîroz dike û zîhniyeta barbar a DAIŞ'ê de ti cudahî nîne."
DÎREN ROJ
SILÊMANIYE
çarşem, 23 rezberê 2015, 14:05
Başûriyan diyar kirin ku ew ê bêdengiya li hemberî faşîzma AKP'ê qebûl nekin û banga hevgirtinê li Kurdan kirin.
Kurdistaniyên ji Başûr, nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî şehîdgehên li Bakurê Kurdistanê dan.
'DIVÊ NERAZÎBÛNA ME XURTTIR BE'
Karzan Seîd anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşa li hemberî şehîdgehan re careke din nîşan daye ku ti nirxên însanî nas nake û got, "Li hemberî êrîşan divê çar parçeyên Kurdistanê helwesteke hevpar nîşan bidin. Dewleta Tirk her şêwe rêbazên barbarî bi kar tîne û êrîşî gelê me dike. Lê belê li hemberî vê yekê bi têrkerî nerazîbûn nehat nîşandan. Divê nerazîbûna gel gelekî xurt be. Dewleta Tirk bi êrîşa li hemberî şehîdgehên me re nîşan da ku ti cudahiya wê û DAIŞ'ê ji hev nîne. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe ya topyekûn a li hemberî DAIŞ'ê nîşan dane, li hemberî dewleta Tirk jî nîşan bidin."
'PÊWÎSTE EV BÊDENGÎ WERE ŞIKANDIN'
Azad Doskî jî bal kişand ser bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşan û destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin. Doskî got, "Girîng e gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrîşan dakeve qadan û nîşan bide ku bi Bakur re yek e. Di vê pêvajoyê de hikûmet û parlamenta Başûrê Kurdistanê êrîş ji nedîtî ve hatin. Ev yek şaş e. Hem di asta hikûmetê de hem jî di asta parlamentê de diviyabû helwest bihata nîşandan û êrîş bihata şermezarkirin. Mixabin ev nebû. Dewleta Tirk hêza xwe ji bêdengiyê digire û êrîşî pîrozmendiyên Kurdan, şehîdgehan dike û mirovên sivîl li nava kolanan qetil dike. Pêwîste ev bêdengî were şikandin."
'ÇI DIKIN BILA BIKIN WÊ NIKARIBIN PÊLA ŞOREŞGERÎ BISEKINÎNIN'
Fazil Kerîm Seîd da xuyakirin ku van êrîşan hêrsa gelê Kurd bêhtir tûj kirine û got, "Têkoşîna hêza şoreşgeran a li hemberî dewleta Tirk wê bi serketinê tacîdar bibe. Dewleta faşîst a Tirk çi dike bila bike, wê nikaribe pêşî li vê pêla şoreşgerî bigire...Gelê Kurd wê êdî ti carî ji azadiya xwe venegere."
'GELÊ KURD TI CARÎ SERÊ XWE NETEWAND'
Welatiyê bi navê Şivan Osman diyar kir ku dewleta Tirk nikare xwe li destketiyên gelê Kurd rabigire, ji ber vê yekê di êrîşan de sînoran nas nake û destnîşan kir ku li ehmberî êrîşan gel ti carî serê xwe netewandiye û dilsoziya bi şehîdan re qet kêm nebûye.
Benaz Elî Tevfîk nerazîbûn nîşanî êrîşan da û got, "Dewleta Tirk û AKP bi qetilkirina gelê Kurd, bi êrîşên li hemberî gorên me re nikare me ji vê têkoşîna me ya mafdar vegerîne. Nikare têkoşîna me biqedîne." Tevfîk bang li hemû Kurdan kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk xwe li hev bigirin.