BI DÎMEN

Başaran: Divê ti zarok bêbav mezin nebe

Yek ji welatparêzên di salên 1990'î de ji aliyê hêzên kontra yên JÎTEM'ê ve hat qetilkirin Abdûrrahman Acar (Bozo) bû. Keça Acar Ayşe Acar Başaran ji HDP'ê bû parlamentera Êlihê.

Yek ji welatparêzên di salên 1990'î de ji aliyê hêzên kontra yên JÎTEM'ê ve hat qetilkirin Abdûrrahman Acar (Bozo) bû. Keça Acar Ayşe Acar Başaran ji HDP'ê bû parlamentera Êlihê. Başaran, ku dema bavê wê hat qetilkirin 8 salî bû, cînayetên kontra yên li Êlihê ji ANF'ê re vegot.

Hûn dikarin xwe bidin naskirin?

Ji malbateke ji Êlihê me. Ji Falukteya Hiqûqê ya Dokûz Eylulê mezûn bûm. Nêzî pênc sal in parêzeriyê dikim.

Bavê we di salên 1990'î de ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin. Hûn dikarin hinekî behsa wê pêvajoyê bikin?

Di 23'ê Adara 1993'an de, beriya Cejna Remezanê saetek ji fitarê re mabû. Pismamê bavê min hat û ji diya min re got, 'li Bozo dane'. Navê navê min Abdûrrahman bû, lê ji ber ku serik bû her kesî li Êlihê jê re digot Bozo. Esnafekî naskirî bû. Piştî ku ev agahî dan diya min, diya min got, 'temam ez ê zarokan deynim cem cîranan', lê jê re got, 'zarokan jî bîne'. Em jî bi kêfxweşî li wesayîtê siwar bûn ku pê re biçin. Dûre, gava em ketin nava kolana mala kalkê min loê bû, dengê qîrîn û girî dihat. Tevî ku em zarok bûn jî me fêm kir ku tiştek bûye. Diya min giriya. Ji xwe piştre me diya xwe nedît. Dema em çûn nexweşxaneyê, me bihîst ku bavê me miriye. Li pişt Sînemay Mehtap a li ber Xeraja Mîdyatê, gule berdabûn serê wî. Di nava bi hezaran mirovî de, beriya cejna Remezanê bi şêweyekî ku kesek kiryar nebîne, qetil kiribûn, ti şahid tinebûn. Ji ber ku bavê min di sala 1993'an de hat qetilkirin biryara neşopandinê hat dayîn. Me jî dosya bir ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Mîna hemû dosyayan di vê dosyayê de jî me ti encam bi dest nexist. Di dosyayê de bi tenê îfadeya kalkê min ya 'kurê min ji aliyê Hîzbûllahê ve hat qetilkirin' heye. Ji bilî wê ti lêkolîn nehatiye kirin. Ji bilî îfadeya destpêkê û rapora otopsiyê tiştek di dosyayê de nîne. Weke parêzer tevî dosya bavê xwe ez 190 dosyayên bi heman rengî dişopînim. Di van dosyayan de jî ji bilî otopsiyê û rapora cihê bûyerê, ti lêkolîn nehatiye kirin, hewl nehatiye dayî ku kiryar bên ronîkirin. Hema hema hemû ketine ber dembihurînê.

Bi dîtina we, sedema qetilkirina bavê we çi ye?

Mala çayê ya Acar a bavê min, di dema HEP'ê de weke lokala hilbijartinê dihat bikaranîn. Ji ber ku di wê demê de dihat zanîn kî ji bo vî karî cih bide, wê rastî komkujiyeke bi vî rengî bê. Dema mirovan digotin ew ê li cem wê partiyê cih bigirin, rastî zextên giran ên dewletê dihatin. Û cihê kar ê bavê min êdî bi navê 'Akademiya Mahsûm Korkmaz' dihat naskirin. Cihekî ku di salên 1990'î de welatparêz lê diciviyan bû. Me dibihîst ku hemû ferdên malbatê tên şopandin. Her çend zarok bûm jî, tirsa ku wê bavê min bikujin her tim di dilê min de hebû.

Di salên 1990'î de li Êlihê navê Hîzbûllah bi mirinê dihat naskirin. Hûn dibêjin bavê we ji aliyê Hîzbûllah ve hatiye qetilkirin. Hûn kujerên bavê xwe çawa pênase dikin?

Hîzbul-kontra mixandin di ser ol re tevdigere. Lewma dema min mirovekî bi rî didît min ji xwe re digot, 'Gelo vî kesî bavê min qetil kiriye?', yan jî dema min jineke bi çerşef nixumandî didît min ji xwe re digot, 'gelo hevserê vê bavê min qetilkiriye?'. Bi psîkolojiyeke bi vî dijiyam. Ji bo me, qetilkirina bavê min, bûyereke em ne li bendê bû. Eger bavê min bi awayekî din bimira, dibe ku me bêyî wî planek ji bo pêşerojê ji xwe re çêbikira.

Hûn piştre bûn parêzer. Sedema parêzerbûyîna we, dîtina kiryarên kuştina bavê we bû?

Heman piştî qetilkirina bavê min, min ji xwe re digot, 'Ez mezin bibim, ji bo dîtina kujerên bavê xwe, ez ê bibim parêzer'. Ev psîkolojiya zarokatiya min bû. Ji ber ku hêrs û nefreteke min a mezin li hemberî kujerên bavê min hebû. Ji aliyê tarîfkirinê me dizanîbû kujerê bavê min kî ye, lê sûretê kujer nebû. Beriya biçim zanîngehê, min bawer dikir ku eger bibim parêzer ez ê karibim kujerê bavê xwe derxînim. Piştî çûm fakulteya hiqûqê, min sîstem nas kir û min dît ku parêzerî bi tenê têra vê nake. Qetilkirina bavê min mijareke siyasî bû, mijareke civakî bû. Mijareke bi hezaran kuştinên kiryar ne diyar bû. Bûm parêzer, lê di doza bavê xwe de gavekê jî nekarîm bi pêş ve biçim.

Têkoşîna we ya ji bo lêkolînkirina kuştinên kiryar ne diyar, bû wesîle ji bo hûn bibiin parlamenter. Di vê mijarê de bi awayekî şênber divê çi bê kirin?

Dixwazim destnîşan bikim ku divê Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan bi lezgînî were avakirin. Êdî hemû malbat dizanin ku kuştinên kiryar ne diyar bi rêyên hiqûqî, bi pêşniyarpirsên meclîsê re çarser nabin. Meclîs di vî warî de dikare bixebite, lê ji bo aştiya civakî divê beriya her tiştî em li rû hev bên. Ji bo ronîkirina kuştinên kiryar ne diyar ên li ÊliHê ku navenda xaka Kurdistanê ye ji vî alî ve, divê Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan ava bibe. Ez dizanim ku niha di arşîvên dewletê de belgeya kuştinên kiryar ne diyar heye. Di gelek dosyayan de endamên kontra li xwe mukur hatin.

Kujerên bavê we ne diyar e?

Belê bavê min ji aliyê Hîzbul-Kontra ve hat qetilkirin, lê me dibêjin ev pêvajo ne pêvajoya kîn û nefretê ye. Em dizanin ku hin kes ji aliyê hin kesan ve hatin bikaranîn. Ya ku niha em hewl didin bikin rewşa aştî, aramî û biratiyê ye, lê hin hewl didin fesadiyê bixin navberê. Ez zaroka malbateke bavê xwe di kuştinên kiryar ne diyar de winda kiriye. Ev pirsgirêk ne pirsgirêka bi kîn û nefretê çareser bibe ye. Binêrin, di ser kuştinaa endamekî Huda-Parê re çend saet derbas nebûn, 3 rêveberên HDP'ê bi destê kontrayan hatin qetilkirin. Em dikarîbûn bi kîn û nefret derketibûna kolanan, ji ber ku ya ji me dihat xwestin ew bû. Divê nekevin vê xefikê. Min bavê xwe winda kir, lê ez naxwazim ti kes bêbav mezin bibe. Kiryarên vê pirsgirêkê divê zanibin ku wê cezayê xwe bikişînin. Lê belê HDP bangên xwe yên hestiyarî û berpirsyariyê dewam dikin.

Weke parlamenterekê hûnê hêjayî bîranîna 'Bozo' bibin?

Dibe ku, ji ber keça şehîdekî me berpirsyariyên min mezintir e, lê belê di şexsê bavê xwe de ez ê ji bo hêjayî hemû şehîdan bibim, têbikoş im. Di şexsê wî de hewl bidim hêjayî hemû şehîdan bim. Li Êlihê kengî gotina 'keça Bozo' dibihîzim, berpirsyariya min zêdeitr dibe. Diya min her tim di bîra min de ye ku digot, 'Berpirsyariyeke gel heye, lê ya te du berpirsyarî ye'. Ez bawerim ku eger vê berpirsyariya xwe nikaribim bicih bînim, di destpêkê de diya min wê vê gotinê bîne bîra min. Ji bo hêjayî bîranîna bavê min be, diya min salên dûr û dirêj di nava vê têkoşînê de cih girt. Her wiha dixwazim bêjim, ku nekarîbûm mîna ciwanên Kurd ewçen bi cesaret bim. Mîna wan min temenên xwe yên herî bedew nekarî bi têkoşînê derbas bikim. Lê belê eger ez bibim xwedî pratîkek berevajî bîranîna Bozo, hingî her kes dikare vê bîne bîra min.

...