Baroya Amedê wê di xebatên hilbijartinan de cih bigire

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Amedê Feleknaz Uca, Îmam Taşçier, Nesrîn Hîlal Şanli, Sîbel Yîgîtalp û rêveberên HDP’ê yên bajêr Baroya Amedê ziyaret kirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Amedê Feleknaz Uca, Îmam Taşçier, Nesrîn Hîlal Şanli, Sîbel Yîgîtalp û rêveberên bajêr ên HDP’ê Baroya Amedê ziyaret kirin. Serokê Baroyê Elçî, got ku ji bo roja hilbijartinê karûbar bi dirûstî bên kirin wê wek baro aktîf bixebitin.

Namzetên HDP’ê yên Amedê Baroya Amedê ziyaret kirin. Heyeta HDP’ê ji aliyê Serokê Baroyê Elçî û endamên Desteya Rêveber ve hatin pêşwazîkirin.

Serokê Baroyê Elçî got ku partiyên siyasî û hilbijartin hêmana herî bingehîn a demokrasiyê ye û wiha axivî: "Pêwîst e hilbijartin adil, demokratîk, dirûst û bi serbestî bên kirin. Benda ji sedî 10 ne adil e.”

Elçî anî ziman ku tevî vê rêzika ne adil jî derbaskirina bendê ya HDP’ê û temsiliyeta wê ya di Parlamentoyê de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibin û ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê girîng e. Serokê Baroyê Elçî diyar kir ku ji bo hilbijartin di atmosfereke azad de pêk bûn û roja hilbijartinê karûbar bi dirûstî bên kirin wê wek Baro bi awayekî aktîf xebatan bimeşînin. Elçî serketin ji namzetan re xwest.

...