BI DÎMEN

Baranê bandorek neyînî li jiyana li Kerkûkê kir

Barana dijwar a danê sibehê li Kerkûkê bariya, bandoreke neyînî li jiyana rojane kir. Ji ber baranê dehl û rezên bajêr zerar dîtin û trafîk asê bû.

Barana ku ev hefteyeke li Başûrê Kurdistanê dibare, bandoreke neyînî li jiyana gelke bajaran dike. Li gelek bajaran, piştî baranê lehî rabû û ji ber pirsgirêkên binesaziya bajaran, rê û kolan di nava avê de man.

Barana ku çend roj berê bandorek neyînî li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Germiyan û Mexmûrê kir, danê vê sibehê li Kerkûkê bariya. Baranê, gelek dehl û baxçeyên li qiraxa Çemê Xasê xera kir.

MIDÛRIYETA METEROLOJIYÊ YA SILÊMANIYEYÊ HIŞYARÎ DA

Di daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Silêmaniyeyê de hat ragihandin ku barana li gelemperiya Herêma Kurdistanê dibare, wê heta vê êvarê bidome. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ew li bendê ne di sê rojên pêş de hewa xweş be.

Li Hewlêr û germiyanê duh ji ber barana dijwar lehî rabûbû û ji ber xeteriya lehiyê li Germiyanê hemû saziyên fermî ji bo rojekê hatibûn girtin.

...