Baluken AKP’ê biryara şer daye
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken tevlî xebatên hilbijartinê yên Çewlîkê bû û diyar kir ku heke HDP di bin bendê de bimîne AKP wê şer bide destpêkirin.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken tevlî xebatên hilbijartinê yên Çewlîkê bû û diyar kir ku heke HDP di bin bendê de bimîne AKP wê şer bide destpêkirin.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken tevlî xebatên hilbijartinê yên Çewlîkê bû û diyar kir ku heke HDP di bin bendê de bimîne AKP wê şer bide destpêkirin.
Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê li Çewlîkê bi ziyareta esnafan berdewam dike. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken li navçeya Bongîlanê esnaf ziyaret kirin. Baluken û heyeta pê re di ketina navçeyê de ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û pişt re derbasî avahiya partiyê bû.
'EV DENG LAYÎQÎ ÇEWLÎKÊ NAYÊN'
Baluken di civîna li vir de axivî û diyar kir ku dê teqez bendavê derbas bikin û wiha got: "Dengên ji sedî 30 layîqî Çewlîkê nayê. Bajarê me yên nirxên wê gelek mezin e. Di vê hilbijartinê de em bendavê derbas bikin ji bo pêşeroja Tirkiyeyê ya sed salan gelek girîng e."
'AKP BIRYARA ŞER GIRT. EV YÊK JI BO ME ZELAL E'
Baluken di civînê de balkişand ser pêvajoya çareseriyê û da zanîn ku hikûmeta AKP'ê biryara şer girt û wiha axivî: "Pêvajoya çareseriyê bi saya Birêz Abdullah Oalan berdewam dike. Hikûmeta AKP'ê ligel pêvajoya çareseriyê ya dimeşe, ligel hiwildanên me di cîvîna MGK'ê ya dawî ya 13 seatan berdewam kir de biryara şer girt. Ev yêk ji bo me zelal e û em xwedî vê agahiyê ne. Biryara di civînê de hatî girtin heke hilbijartine nebe dê xistiban meriyetê. Lê niha ji ber em di pêvajoya hilbijartinê de ne AKP bi guman nêzî biryara şer dibe. Ji ber ku hewcehiyên wê bi dengên gelê Kurdistanê hene. Ji bo nebêje 'Min biryara şer girt û niha jî ez têm ji we deng dixwazim' vê biryarê pêk nayne. Em ji vê yêkê bi bawer in,heke di vê hilbijartinê de AKP destê xwe xurt bike û HDP'ê di bin bendavê de bihêle dê şerekî mezin bide destpêkirin. Tiştên li Agiriyê pêk hatin jî perçeyekî biryara şer a di MGK'ê de hatin girtin e."
'YA DIKEVE SER MILÊ HEMÛ KESÎ EW E KU BIRYARA AKP'Ê VALA DERXE'
Baluken bilêv kir ku biryara şer a AKP'ê dêbi derbasbûna bendavê ya HDP'ê vala bê derxistin û wiha pê de çû: "Ya dikeve ser milê me hemûyan biryara AKP'ê vala derxistin e. Riya vê yêk jî di hilbijartinê de dengên AKP'ê kêmkirin û HDP bendavê derbas bike ye. Heke ve yêk pêk neyê dê ya AKP dixwaze pêk bê û şermekî mezin dê bide destpêkirin."
Piştî civînê Baluken û heyeta pê re esnafên navçeyê ziyaret kirin. Pişt re Baluken derbasî Arakonakê bû. Baluken li qehweyekê bi gel re hate cem hev û guhdariya pirsgirêkan kir. Di cîvîna gel de Serokê AKP'ê yê bajarokê û gelek cerdevan jî tevlî cîvînê bûn. Baluken piştî Navendan Çandê ya Ciwanan ziyaret kir ber bi Dara Henê ve bi rê ket û di ketina navçeyê de ji aliyê gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin.