Balafirên şer herêmên gerîlayan bombe dikin
Êrîşên hewayî û topbarana artêşa Tirk a li hember herêmên gerîlayan bê navber didomin. HPG’ê diyar kir ku di bomberdûmanê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Êrîşên hewayî û topbarana artêşa Tirk a li hember herêmên gerîlayan bê navber didomin. HPG’ê diyar kir ku di bomberdûmanê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî bomberdûman û tevgera hewayî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk herêmên gerîlayan bombe kirine û ev agahî parve kir. "Ji 23’yê Îlonê heta 24’ê Îlonê saetên êvarî bi piştgiriya pêgerên hewayî yê bê mirov; bi balafirên şer, obus û hawanan qadên Geliyê Dostkî û Bînbîr ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi awayekî zêde hatine bombekirin. Di encama bomberdûmanê de hevalê me Serbest Bêrîtan şehîd ketiye. Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de wê paşê bi raya giştî re bê parvekirin.
25’ê Îlonê saet 20.30-23.00’an balafirên şer ên Tirk bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, mintiqa Bergarê ya girêdayî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.”
HPG’ê wiha berdewam dike:
“25’ê Îlonê saet 16.00’an qereqola Oremarê, gundên Brê û Şûkê yên li sînorê herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.
25’ê Îlonê saet di navbera 22.00-23.00’an de qereqola Arûşê, herêma Dûavê ya li sînorê herêma Metînayê bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.
25’ê Îlonê saet di navbera 17.00-18.00’an de helîkopterên Kobrayê girên derdora qereqolên Elemûn û Serbesta yên li sînorê Metînayê rasterast bomberdûman û gulebaran kirin.
25’ê Îlonê saet di navbera 21.00-22.00’an de li herêma Avaşîn, 20.30-23.30’an li herêma Zapê, 20.30-00.00’an li herêma Metîna tevgera balafirên şer çêbû.
25’ê Îlonê saet di navbera 10.30-00.00’an de li herêma Zapê, 26’ê Îlonê saet 00.00-06.00’an li herêma Avaşînê, pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan.”