Balafiran li çeteyên li eniya Mexmûrê xistin

Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê vê sibehê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Kerkîr ê nêzî Mexmûrê gelek êrîşên hewayî pêk anîn.

Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê vê sibehê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Kerkîr ê nêzî Mexmûrê gelek êrîşên hewayî pêk anîn. Hat ragihandin ku tevî serçeteyê li herêma Mexmûrê gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Duh danê êvarê, balafirên şer ên koalîsyonê li herêma Mexmûrê tevgeriyan. Vê sibehê saet di  04.00’an de jî balafirên şer li gundê Kerkîr ê di navbera Sultan Abdullah û Geyara de ye û ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, gelek êrîşên hewayî pêk anîn. Li gorî agahiyên hatine girtin di êrîşa hewayî de tevî serçeteyê li herêma Mexmûrê gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Malperên înternetê yên DAIŞ’ê jî îdia kirin ku balafira şer a hikûmeta navendî ya Iraqê li Ramadî hatiye xistin.