Li bajarên Amed, Şirnex, Mêrdîn û navçeyên wan ji serê sibehê de welatî ji bo piştgiiyê bidin çalakiya girtiyên PKK'yî û PAJK'î neçûn ser kar û jiyan rawestandin. Welatiyên ku neçûn ser kar, piştî nîvro li ber avahiyên BDP'ê kom bûn çalakiyên meş û xwepêşandanan pêk anîn. Li gelek bajar û navçeyên ku meş hatin lidarxistin polîsan ludaxale kir û kolan veguherîn qadên şer.
SÎLOPÎ
Bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn, ber bi navenda navçeyê ve meşiyan. Di meşê de reveberên BDP'ê Şaredarên Tilqebin, rêveberên MEYA -DER, KURDÎ-DER, endamên meclisa bajar û şaredariyan amade bûn. Girsê di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Girseya ku meşiya rasti mudaxaleya polîsan û maşîneyên TOMA û zirxî hatin. Piştî mudaxaleya polisan a bi bonbeyên gazê û ava şit girse jî bi keviran bersîv da polîsan. Di demek kurd de şer li kolanan belav bûn. Ciwanan li kolanên navçeye barikat danîn û lastîk pêxistin. Ji ber ku polîsan bê kontrol bombeyên gazê bikar anin gelek kes ketin bin bandorê. Hat zanîn ku di buyeran de 6 kes birindar bûn.
DÎLOK
Li Dîlokê jî bi heman armancê gelek esnaf neçûn ser kar û dikan venekirin. Gelek welatî û endamên BDP'e serê sibê li ber avahiya BDP'e ya Şahînbeyê kom bûn. Li taxên Ocaklar, Vatan, Firat, Beydîllî û kolana Şanlidere polîsan tedbîrên mezin girtin. Li navçeya Nîzîp, Islahiye û Araban jî li taxên ku kurd zêde lê dijîn dikan nehatin vekirin.
FARQÎN
Li navçeya Farqînê ya Amedê jî girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, pankarta "Ji tecrîdê re bes e, Bila Îmralî bê girtin" û "Bijî berxwedana zindanê" û "Bi rihên Kemal Pîr em we slaw dikin" vekirin û bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. Girseya ku heta Mizgefta Selahattin Eyyubî meşiyan rastî mudaxaleya polîsan a TOMA û maşîneyên zirxî hatin. Pişti demekê di navbera polîs û girsê de aloziyan berdewam kir, Girsê li ber PTT'ê daxuyanî da. Li ser navê girsê Rêveberê BDP'ê Mahmut Gezer, daxuyanî da û piştgiriya xwe ya girtiyan anî ziman. Girsê piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan "Çerxa Şoreşê" xwend û dawî li çalakiyê anî.
ÇINAR
Li navçeya Çinare jî bi sedan kesên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn heta avahiya AKP'ê meş pêk anîn. Girsê di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Biji berxwedana zindanan" berz kirin. Li ser navê komê Serokê BDP'a Çinarê Abdulkadir Kaya, daxuyanî da û helwesta AKP'ê şermezar kir û xwest daxwazên girtiyan bibersivîne.
ERXENÎ
Li navçeya Erxenî ya Amedê jî bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, bi pankarta "Em berxwedana rêhevalên me yên bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin slav dikin" vekir û ber bi avahiya AKP'ê ve meşiyan. Girseya ku xwest çelenga reş dîne ber AKP'ê, rastî astengiya polîsan hat. Girsê piştî rûniştina 10 deqîqeyan çelenga reş danî û dawî li çalakiyê anîn. Pişt re komê rêyên Îstasyon, Çermîk û Elazıgê li trafîkê girtin. Di navbera komên ku rê girtin û polîsan de pevçûn derket û 2 kes hatin binçavkirin.
DÊRSÝM
Li Dêrsimê jî bi sedan kes, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê konê nobetê yê li Sûka binerdê hatiye vedan ziaret kir. Komê piştî ziyareta kon, heta avahiya AKP'ê ya Kolana Hunerê meşiya û çelenga reş danî ber avahiya AKP'ê.
SÊRT
Li Sêrtê jî girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû xwest çelenga reş dîne ber avahiya AKP'ê. Girseya ku li ber BDP'ê kom bû, pankarta "Em berxwedana zindanan slav dikin, daxwazên wan daxwazên me ne" vekir li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê bê navber sloganên "Bijî berwxadana zindanan", "Bê serok jiyan na be" berz kir. Li ser navê komê Rêveberê BDP'ê Remzî Ayhan daxuyanî da û 5 deqîqeyan çalayika rûniştinê pêk anîn.
LÎCE
Li navçeya Lîceyê jî bi sedan kesên ku li konê greva birçîbûnê kom bûn, heta BDP'ê û ji wir jî heta Girtîgeha Lîceyê meşiyan. Girsê li vir piştî daxuyanî da, pişt re disa vegeriyan ber avahiya BDP'ê û "Konê Brexwedanê."
Piştî meşê polîsan mudaxale kir û di navbera polîs û komê de pevçûn derket.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê jî girseya li ber avahiya BDP'ê kom bû, be bi taxa Nurê ve meşiyan. Pişti polisan destûr neda meşa ciwanan, di navbera girsê û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi cop, bombeyên gazê mudaxale kir û ciwanan jî bi kevir û molotofan bersîv da polîsan. Bûyer li taxên Nur û Cudî û gelek taxen din berdewam dikin.
DÊRIK
Li navçeya Dêrike ya Mêrdîne jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê kom bû heta AKP'ê meşiyan. Girseya ku xwest çelenga reş dîne ber AKP'e rastî mudaxaleya polîsan hat. Girsê bê navber sloganên "Bijî berxwedana zindana" berz kirin, rasti mudaxaleya polîsan hatin. Girseya ku bi sloganan dîsa li hev kom bûn, li taxa Cevizpinarê kom bûn û bi slogan û çepikan "Konê berxwedanê" vedan. Komê pişti kon vedan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. "
HEZEX
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi hezaran kesên ku li ber konê nêzî BDP'ê ava bûye kom bûn, dest bi meşê kirin. Girseya ku dest bi meşê kirin rasti mudaxaleyê hatin. Piştî girsê jî bi keviran bersiv da polîsan di nava kolanan de bûyer belav bûn û didomin.