Azadkirina Girê Spî li Bremenê hat pîrozkirin

Azadkirina Girê Spî ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê û Bûrkan El Firat ve, li bajarê Elmanya Bremenê hat pîrozkirin.

Azadkirina Girê Spî ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê û Bûrkan El Firat ve, li bajarê Elmanya Bremenê hat pîrozkirin.

Girseya gel a ji bo pîrozkirina vê serketinê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bû, ji bo cangoriyên Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, deqeyek rêz girt.

Girseyê piştre li ber muzîkê govend gerand. Di pîrozbahiyê de dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘bijî YPG’, ‘bijî YPJ’, ‘Bijî HPG’, ‘Bijî YJA Star’ û ‘Bijî serok Apo’ hat berzkirin. Nûnerên PYD’ê yê Bremenê Serzat Seyîd Elo li vir peyivî..

Elo da zanîn ku ew ewladên Kurdistanê yên li Rojava jiyana xwe ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine bibîr tînin, li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî serî ditewînin û got: “Em soza xwe ya dilsoziya bi têkoşîna wan re careke din dubare dikin. Piştî azadkirina Kobanê, Girê Spî hat azadkirin.  Ev ne tenê encamên leşkerîne, di heman demê de encamên siyasî ne.”

Serokê NAV-DEM’ê yê Bremenê Saît Bîlgîn jî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku gelê Kurd demeke dirêj êşên mezin kişandiye, lê qezencên mezin bidest xistiye. Bîlgîn axaftina xwe wiha dewam kir: “Divê em hêjayî mîrateya zarokên me yên cangorî bin û xwedî li van qezencan bê derketin. Hesabên qirêj ên AKP’ê encam nedan. AKP li Kobanê têk çû, di 7’ê Hezîranê de têk çû û îro jî li Girê Spî hilweşiya.  Ji vir şûnde jî wê her têk biçe. Tenê bila gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike bes e.”

Nûnera YEK Bremenê Xezal Yalçin, nûnerê Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî Ehmed Zebarî jî peyamek şandin. Piştî axaftinan Koroya Zarokan a Rojava, hunermed Tûncer Yalçinkiliç, Ozgur Comert, Xalit Agirî, Hamîd Bahoz û Adem Habes derketin ser dikê.

...