'Azadiya Rêberê Apo ji bo me esas e'

Gerîlayên YJA Starê dan xuyakirin, ku destûra hevdîtina 11'ê Îlonê ya bi Ocalan re ji bo wan gelekî girîng e, lê di heman demê de ji bo sistkirina nerazîbûna gelê Kurd hatiye kirin. Gerîlayan gotin, "Azadiya Rêberê me ji bo me xala esasî ye."

Gerîlayan gotin, "Hevdîtina di 11'ê Îlonê de malbatê bi Rêber Apo re kir ji bo me gelekî watedar e. Lê belê mijara esasî ya ji bo me, azadiya Rêbertî ye."

Rûken Lubnan da xuyakirin, ku ew ê li dijî polîtîkayên teslîmgirtina gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û got, "Em ti carî li jiyanek bêyî Rêbertî nefikirîn, em ê lê nefikirin. Azadiya bê Rêbertî ji bo gelê Kurd azadî nîne. Lazim e dewleta Tirk vê baş fêhm bike. Me ji her alî ve dest bi pêngavê nekirine. Enqere, Cizîr, Elezîz nîşaneya gavên werin avêtin e. Li her cihên dewleta Tirk lê ne, em ê bi ruh û baweriya bi felsefeya jiyanê ya Rêbertî re bibin bombe û di nava wan de biteqin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me her tişt e, gotina me ya dawî ye. Girankirina tecrîda li ser Rêberê me tê wateya, kêlî bi kêlî hilweşandina dewleta Tirk bi serê Erdogan ve. Ji bo azadiya Rêberê me çi divê, ew ê were kirin. Weke şagirtên Rêber Apo, bi hemû huceyên dil û mejiyê xwe, em amade ne xwe feda bikin. Bila hemû hêzên komploker bi vê zanibin; em natirsin û em ê netirsin. Kî mafdar e, wê eşkere bibe û yên mafdar jî wê bi ser bikevin. Serketin a me ye û wê bibe ya me."

'EM BI WÎ HENE, BI WÎ WATEDAR IN'

Arîn Rojhilat hemû berxwedêrên li ber dewleta Tirk rabûne silav kir û got, "Rêber Apo dîrok, siberoj û hebûna gelê Kurd e. Em bi wî watedar in. Lewma em dibêjin jiyanek bê Rêber Apo ji bo me ne jiyan e. Weke gerîlayên azadiyê heta nefesa xwe ya dawî em ê bi Rêberê xwe re bijîn, em ê bi wî watedar bin, bi wî azad bibin. Dixwazim bang li tevahiya gelê me bikim. Dem dema herikîna nava kolanan e. Heta ku Rêberê me azad bibe, divê em bêhnê li dewleta Tirk biçikînin. Çawa ku Rêberê me li Îmraliyê li cihekî teng û bê hewa tê girtin, divê em jî dewleta Tirk bixin rewşeke tengav û bêhewa. Dem dema kombûna li dora armanca azadiya Rêbertî ye. Ji ber ku jiyanek bê Rêbertî wê weke jiyanê neyê dîtin."

DEM HATIYE EM DILSOZÎ Û BIRYARDARIYA XWE NÎŞAN BIDIN

Sarya Welat jî got, "Ji çiyayên azad ez dixwazim silavên xwe yê bêdawî ji çavkaniya azadiyê, roja li Îmraliyê re bişînim" û wiha axivî: "Weke qonaxa dawî ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me, tecrîd dewam dike. Em vê yekê şermezar dikin, lenetê lê tînin. Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê me, lazim e her mirov bikeve nava tevgerê. Em çalakiyên gelekî xurt ên gerîlayên azadiyê dibînin. Tevî ku encamên van çalakiyan bi derewan tên berevajîkirin jî, dewleta Tirk gelek uştiyan dide, wê bêhtir bide. Ya ku divê li pêşberî van çalakiyan were kirin, fermana Rêberê me ye. Ti hêzeke din nikare me bisekinîne. Daxuyaniyên wezîrê edaletê û rayedarên din ên dewletê, nikarin me qanih bikin. Yekane tişta karibe me îqna bike, azadiya Rêberê me ye. Di nava agirê eşqa me ya azadiyê de, wê hemû hêzên xayîn ên komploker bişewitin. Herî dawî, jiyîna Rêbertî tê wateya nêzîkbûna li azadiyê. Divê em bi vî rengî tevbigerin. Ji ber ku wî jiyana xwe ji me re kir diyarî. Dem hatiye em jî dilsozî û biryardariya xwe nîşan bidin."

...