‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemû Rojhilata Navîn e’
Mehmet Ocalan ku bi Ocalan re li Îmraiyê hevdînek pêk anîbû, ji hêla partiyiyan ve li mala wan a Amarayê hate ziyaretkirin. Mehmet Ocalan li vir got, ‘’Azadbûna Rêber Apo, azadiya Kurdan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn e’’
ANF
RIHA
çarşem, 14 rezberê 2016, 15:52
Piştî ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û vegeriya mala xwe ya li Amarayê, ji hêla hevserokên şaredariyên Xelfetî, rêveberên DBP’ê û HDP’ê yê Xelfetiyê ve hate ziyaretkirin. Siyasetmedarên Kurd li vir ji hêla Mehmet Ocalan û Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan ve hate pêşwazîkirin.
Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirî daxuyaniyek da. Mehmet Ocalan têkildarî destserkirin şaredariyên DBP’ê yên ku li ser dijminatiya Kurdan pêk hatin, divê şaredariyên DBP’ê û gel jî xwedî li şaredariyan derbikeve.
Mehmet Ocalan diyar kir, rewşa tendirûsiyê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan baş bûye û wiha anî zimnan: ‘’Serok Ocalan got, destkeftiyên Rojava projeya min e’’ û ji bo vê wî salên xwe dan. Lê got, ‘’êdî ez li vir nikarim tiştekî bikim. Gelê Rojava û partiya wê dikare xwe li ser lingan bigire.’’ Mehmet Ocalan got: “Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn e. Demokratîkbûna Tirkiyê ye.’’
Mehmet Ocalan têkildarî desteserkirina şaredariyên DBP’ê yên ji hêla AKP/Qesrê ve jî got, divê Kurd li şaredariyên xwe û hilbijartiyên xwe xwedî derbikeve.
Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mustafa Bayram jî diyar kir, ji bilî vîna gel ew ê çi tayînkirinê qebûl nekin û li îradeya gel xwedî derbikevin. Bayram diyar kir, AKP/Qesr ji ber polîtîkayên xwe dijminana yên li dijî Kurdan şaredarî desteser kirine û darbeyeke sivîl pêk anîn û got, kesên ku li ser navê demokrasiyê propagandayê dikin ji hêla gel ve baş têne naskirin.
Piştî ziyaretê hevserokên şaredariyê û partiyî li dijî desteserkirina şaredariyan li ber Şaredariya Xelfetî dest bi nobetê kirin.