Azadî bi Semayan re ye
Endama PAJK’ê Hêja Zerya Sema Yuce vegot û got, "Cewhera civakî, jiyanî û welatparêziyê ya jinên Kurdistanê xwe dispêre bingeha azadiyê û ji nû ve dibe xwedî nasname û xwe bi rêxistin dike."
Endama PAJK’ê Hêja Zerya Sema Yuce vegot û got, "Cewhera civakî, jiyanî û welatparêziyê ya jinên Kurdistanê xwe dispêre bingeha azadiyê û ji nû ve dibe xwedî nasname û xwe bi rêxistin dike."
Endama PAJK’ê Hêja Zerya Sema Yuce vegot û got, "Cewhera civakî, jiyanî û welatparêziyê ya jinên Kurdistanê xwe dispêre bingeha azadiyê û ji nû ve dibe xwedî nasname û xwe bi rêxistin dike. Jina Kurd, gel û gelên cuda yên enternasyonal ên li Kobanê li ber xwe didin, bûne xwedî xeta Zîlan, Sema, Şîlan, şîrîn, Viyan, Saran û Arînê."
Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Hêja Zerya, Sema Yuce ya PKK’yî ku di şeva 21’ê Adarê bi 22’ê Adarê ve girê dida bedena xwe da ber agir, vegot. Zerya da zanîn ku Yuce, navê azadî, li pey heqîqetê çûyî û civak bi xwe ye.
SEMA ÇÎROKA AZADIYA JINÊ YE
Zerya da xuyakirin ku Sema Yuce ji bo azadiyê di nava lêgerînê de bû û wiha got: “Lêgerîna wê ya azadiyê jî; pirsîn, lêpirsîn, baş nasandina jinê, vegotina jinê û li pey heqîqeta ku bihata jiyînê bû. Navê vê Sema Yuce bû. Ger jiyan, azadî civakîbûn be, Sema Yuce civakîbûn bi xwe ye. Lêgerîna jiyana xweş, baş û rast, li hemû salan belav kiriye û pêkhatina jinên Kurd a berxwedêr bû. Sema Yuce ne tenê bi çalakiya xwe, ji jiyana xwe, têkoşîna xwe, xwestiya jinê bike ‘xwebûn’ û jin her tim di asta bilind de girtiye. Li dijî kevneşopîbûnê li her qadê şer daye destpêkirin. Dem bi dem ket zehmetiyan. Yuce serî li dijî dewleta zayendperest û civakê rakir û çîroka azadiya jinê ya xwe afirandiye.
ÇAVKANIYA JIYANÊ BÛ
Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan made û enerjiyê vedibêje, diyar dike ku enerjiya bi mêr re, bûye form, bûye made. Enerjiya jinê jî nebûye form û made. Her tim guheriye. Sema Yuce ev têgeh veguheriye nasnameya jiyanî. Erênîbû, berfireh û xwe li qaliban sînor nedikir. Di jiyana xwe de hewl dida baş bê fêmkirin, bi jinan re bê cem hev, hevrêbûn dixwest û ji bo vê jî li dijî sînor û qalibên zîhniyeta kevneçopiyê pev çû. Çavkaniya jiyanê bû, bi bandor bû û mirov bi bandor dikir.
EW KEDKAREK JIYANÊ BÛ
Hevala Sema mînaka herî dilnizm a gotina Rêber Apo ya têkildarî têkoşîn û hevrêtiya jinê ya ‘Ya ji te şûndetir pêşde bibe, ya ji pêşdetir jî xwe bigihînê’ bû. Li aliyekî kesayetek şoreşger a bi israr û zane ya ku di pêşxistina pêşengiya jinê de bi îdîa û biryar bû, li aliyê din jî di pêşxistina pêşengiyê ya kolektîf de, tiştên bi wê re pêş ketibû, her tim parve dikir. Her tim li xwe zêde dikir. Di mijara hêza fikra jinê de, pêşxistina hêza jiyanê de, ne pasîf çalakger, bi bandor û guhertinê de, têkoşîna mezin da. Yuce kedkarek e jiyan û şoreşê bû.
KESAYETEK KU TÊKOŞÎNA AZADIYÊ PÊŞ DIXIST BÛ
Li dijî êrîşkariya modernîteya kapîtalîst, bi Sema Yuce re têkoşîna heqîqetê pêş ketiye. Yuce têkoşîna azadkirina beden, dil û mêjî meşandiye. Li şûna kesayeta jinê ya hatiye parçekirinê, xwe veguheriya hebûnê, qezençkirina nasnameyê. Bi hişmendî û fêrbûnê bi îdeolojî û felseya Rêbertiyê, ev parçebûn ji holê rakiriye. Xebateke wê ya sîstematîk a di mijara dîroka jinê, dîroka gelan, çand, wêje û estetîkbûnê de heye. Pirtûkên fîlozofên jin û estetîkê her tim dixwend.”
Zerya bal kişand ser çalakiya Sema Yuce û got: “Rêbertiyê di 8’ê Adarê de di Med Tv de îdeolojiya rizgariya jinê li hemû jinên cîhanê dikir mizgînî. Em jinên li Girtîgeha Çanakkaleyê li ber televîzyonê bûn. Me bi anteneke ku bi zor û zehmet me kiribû girtîgehê Med Tv temaşe dikir. Me rêbertî guhdar dikir. Axaftina Rêber Apo bandor li me hemûyan kiribû. Lê zêde zêde li hevala Sema kiribû. Ket nava kûrbûnekê. Dema her kes diçû cihê xwe, wê rojnivîska xwe digirt. Sema heval van gotinan ji Rêbertiyê re dinivîsîne: ’Rêbertî bû zimanê hêvî û hesretên me. Tiştên ku me dixwest em bêjin lê me cesaret nedikir, wî got’. Bi çalakiya xwe bû zimanê cesaretek wisa.”
Zerya da xuyakirin ku Yuce di rêveberiya girtîgehê de bû jî û wiha got: “Ne tenê ji hevalên jin, ji tevahî berpirs bû. Bi hevalên mêr re jî eleqedar bû. Hevalek zana bû. tecrubeyên xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Sekneke wê ya zindî û bi kelecan hebû. Di vî alî de hevrêtî ji kûrahî hîs dikir. Piştî çalakiya wê hevalê Fîkrî Baygeldî got ‘Sema fermandara min bû’. Ev hilberîna kedê bû. Şervantiya heqîqetek wisa hevala Sema vedibêje.”
Zerya da zanîn ku hevrê Sema çavkaniya dewlemendiya pir çandî û pir nasnameyê bû û wiha pê de çû: “Ev dewlemendî ruh e, wisa tespîteke teorîk a hişk nîne. Sema Yuce bawer dikir ku jiyana azad a demokratîk wê wisa bê avakirin. Pirtûka Mehmet Uzun a ‘Nar çîçeklerî’ xwendibû û behs dikir. Pirtûkê bandor li ser wê kiribû. Ji me re jî digotin bixwînin. “
EZ DIYALOGÊN WÊ JI BÎR NAKIM
Zerya bîranînek xwe ya bi Yuce re wiha vegot: “Bernameyeke Newrozê hebû û me ji xwe re şeveke moralê çêkiribû. Piştre her kes çû ber televîzyonê. Ez û heval Sema li koxuşê mabûn. Ez çûm cem wê. Min xwest ez diyalogeke ku di nava rojê de ez tengezar kirime ji wê re vebêjim. Min wê rojê tîşortekî zer li xwe kiribû. Yekê ji min re gotibû te çima ev reng li xwe kiriye. Vê ez nerehet kiribûm. Min ev ji hevala Sema re got. Ew jî li ser çalakiya xwe kûr bibû herhal. Ji min re got piştguh bike, ji xwe re neke pisgirêk. Min di sohbeta me ya dawî de fikra wê fêm nekir. Ez wê diyaloga wê ya bi sebr qet jibîr nakim.”
LI DILÊ DIJMIN XIST
Hemû heval di bin bandora çalakiya hevala Sema Yuce de man. Bandor li dijmin jî kiribûn. Yekem car li girîgehê çalakiyek wisa çêbibû. Hevala Sema armanc kir k udi mêjî û dilê dijmin de agiar derxîne û hemû dijminahiyan di mêjî, dil û beda xwe de bike koz, ji nûve biafirîne.
ENERJIYA WÊ JINÊN ROJHILATA NAVÎN TÎNE CEM HEV
Zerya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Cewhera civakî, jiyanî û welatparêziyê ya jinên Kurdistanê xwe dispêre bingeha azadiyê û ji nû ve dibe xwedî nasname û xwe bi rêxistin dike. Jina Kurd, gel û gelên cuda yên enternasyonal ên li Kobanê li ber xwe didin, bûne xwedî xeta Zîlan, Sema, Şîlan, şîrîn, Viyan, Saran û Arînê. Dîrok wê ji vir şûnde wisa bê nivîsin. Jin wê xwe ronî bike û dîrok û civakê wê ronî bike.”