BI DÎMEN

Ayna: Xwerêveberî pêwîstiya herî lezgîn e

Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi rejîmeke demokratîk heye û bal kişand ser girîngiya xwerêveberiyan.

Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi rejîmeke demokratîk heye û bal kişand ser girîngiya xwerêveberiyan. 

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîne Ayna, li ser xwerêveberiyan bersiv da pirsên ANF'ê.

Ayna diyar kir ku xwerêveberî tê wê wateyê ku gelê Kurd bi xwe li ser jiyana xwe biryarê bide û got, "Kurd dibêjin; em neteweyek in, em gelek in. Weke gel û neteweyekê em xwedî vî mafî ne: Em dixwazin bi nasnameya xwe re bibin xwedî vîn, bi nasnameya xwe re mîna gelên din ên li cîhanê bibin xwedî heman statu û vê pirsgirêka Kurd ji aliyê cîhanê ve di serdema navîn de hatiye çareserkirin, mîna welatên din çareser bike."

Ayna ragihand ku demeke dirêj dewleta Komara Tirkiyeyê û Kurd li dora maseyê rûniştin û li ser rê û rêbazên çareseriya vê pirsgirêkê ya bûyîna xwedî statu nîqaş kirin.

Ayna diyar kir ku di encama van hevdîtinan de deklarasyonek ji deh xalan a weke "Mutabaqata Dolmabahçeyê" hat pênasekirin hat amadekirin û destnîşan kir, ku li gorî vê li hevkirinê, bi guhertina destûra bingehîn diviyabû pêşî li çareseriya vê pirsgirêkê bihata vekirin.

Ayna got, "Lê belê di serî de Serokkomar, dûre jî hikûmeta AKP'ê ev mase qeliandin. Gotin ku ew deklarasyonê nas nakin û hevdîtin birîn. Yanî pêşî li çareseriyeke aştiyane girt. Niha ji vê derê û pê ve hemû Kurd dibêjin: çawa ku min bi sedan salan têkoşîna ji bo nasnameya neteweyî meşand, çawa ku bi sedan salan ji bo statuya xwe têdikoşim, bêguman armanca min pêkanîna vê yekê bi rêyên aştiyane û hevdîtinane, lê madem tu aştiyê naxwaze, madem tu şer li ser me ferz dike, madem ku naxwze nasnameya Kurd bibe xwedî statuyekê, hingî ez ê jî têkoşîna xwe bidomînim. Bûyera ku îro diqewime ev e."

'XWERÊVEBERÎ PÊWÎSTIYA HERÎ LEZGÎN A TIRKIYEYÊ YE'

Ayna got, "Kurd îro statuya ku Komara Tirkiyeyê niha qebûl nake, hewl dide bide qebûlkirin û parastin. Ji ber vê yekê ti kes nikare Kurdan sûcdar bike."

Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna da zanîn ku xwerêveberî îro pêwîstiya herî lezgîn a Tirkiyeyê ye û ev xal destnîşan kir: "Xwerêveberî tê wê wateyê, ku mirov li ser erdnîgarî, netewe, rewşa siyasî, çandî û nasnameya xwe xwedî mafê gotinê be. Ne li dijî Tirkîtiyê, ne li dijî Tirkan ne jî li dijî Tirkiyeyê ye. Kurd, heta vê yekê bi ser bixîne wê têbikoş e. Sedema hebûna min a li vir ew e ku destûra bingehîn a dewleta Komara Tirkiyeyê Tirkbûyînê li min ferz dike ye. Ji ber vê yekê bila ti kes ranebe ji gelekî ku yek ziman û yek milet li ser tê ferzkirin bipirse ku 'tu çima xwerêveberiyê dixwaze'. Bila her kes bi hest û mejiyê xwe tevbigere. Weke Tirkekî eger heman tişt bihata serê wî/ê, ew ê çi bikira."

'HÎTLER JÎ BI ZORDARIYÊ DERKET ASTA HERÎ BILIND, LÊ DI DAWIYÊ DE GELAN QEZENC KIRIN'

Ayna bal kişand ser hovîtiya hêzên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê li gelê Kurd dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Gelo kî dikare qebûl bike nivîsek bi vî rengî li ser dîwarê mala wan bê nivîsandin; 'Eger tu Tirk be pê pesnê xwe bide, na tu ne Tirk be, hingî li ber serî bitewîne'. Bila ti kes îdîa neke li ser navê demokrasiyê diaxive. Eger Kurd wê bi xwerêveberiyê re nebe, hingî wê têkoşîna xwe bidomînin. Bila ti kes nefikire ku bi qedexeya derketina derve, veguhastina leşker û polîsan re dikare çavên Kurdan bitirsînin. Bi zorê, bi komkujiyan re nikarin vê çareser bikin. Belê di hin serdemên dîrokê de zordar derketin asta herî bilind. Lê herikîna dîrokê her tim ne bi vî rengî bû. Mînaka vê ya herî şênber Hîtler e. Piştî ewçend zilmê çi bû? Gelan qezenc kirin."

'ZAROK VÊ ZILMÊ JI BÎR NAKIN'

Ayna da xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê di şerê li hemberî Kurdan de bi hêza xwe ya li nava NATO'yê pesnê xwe dide û got, "AKP dibe ku îro bi çekê, bi zorê derketine asta herî bilind. Lê belê sibeya îro heye. Gel ji bîr nake. Zarok ji bîr nakin. Zarok wê bi hêrsa vê şîdeta li wan hatiye kirin, mezin bibin. Zarok dît ku diya wê yanî Selamet bi çi rengî li pêş çavên wê hat qetilkirin. Wê vê ji bîr neke. Wê ji bîr neke ku diya wê ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin. Yan jî leşker yan jî polîsekî 20 salî yê ku dît cenazeyên gerîla hatin şewitandin û pê li cesedên wan kirin, wê bi çi rengî karibe li jiyana xwe ya sivîl vegere, wê bi çi rengî karibe xwe nêzî hevsera xwe, zarokên xwe bike? Tirkiyeya îro bi vî rengî tê hûnandin. Pêşerojeke bi vî rengî datînin pêşiya gelên Tirkiyeyê. Yê di vir de zerarê dibîne wê ne Kurd bin, wê dewleta Tirkiyeyê be. Ev rewş ji ber ku timî bi serê Kurdan hatiye, Kurd bi têkoşînê re ji nava vê zilm û zordariyê derketine. Mirin, hatin qetilkirin, rastî îşkenceyê hatin, lê belê teslîm nebûn, li ber xwe dan. Wê îro jî li ber xwe bidin."

'XWERÊVEBERÎ PARASTINA XWE Û XWEZAYÊ YE'

Ji bo pirsa "dewlet îlana xwerêveberiyê li hemberî xwe weke alternatîfê dibîne?" de Ayna ev bersiv da:
"Li tax, gund, navçe û bajaran wergirtina biryaran ji aliyê gel ve dibe ku weke alternatîfa dewletê bê fêmkirin, lê belê ne alternatîfê dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Ev rewş, di nava dewleta Komara Tirkiyeyê de tê wateya afirandina statuyekê. Ji dewletê re ev tê gotin: "Eger tu min qebûl nake, tu vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser nake û bi destûra bingehîn re ewle nake, wê demê ez ê xwerêveberiya xwe ragihînim, ji ber ku tu tinebûnê li ser min ferz dike.

Lê li aliyê din xwerêveberî ji vî alî ve jî alternatîfa dewletê ye: Xwerêveberî rêyeke welê ye ku mekanîzmaya serdestiya komekê li ser gelekî ji holê radike. Çima? Ji ber ku her kes li cihê lê dijî xwedî mafê biryardayînê ye."

Ayna da xuyakirin, ku bi xwerêveberiyê re gel wê biryarên li ser erdnîgariya lê dijî ji her alî ve bide û got, "Lewma bi hêsanî em dikarin vê bêjim; Xwerêveberî parastina gelan a xwe û xwezayê ye. Xweparastin jî ev e."