Ayna û Aydogan şeva xwe li ber girtîgehê derbaz kirin

Ayna û Aydogan şeva xwe li ber girtîgehê derbaz kirin

Parlementerên BDP’ê yên Amedê Emîne Ayna û Nûrsel Aydogan ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ku 48 roje ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li Girtîgehên Tirk bedena xwe dane ber mirinê, şeva xwe li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê derbaz kirin.

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku li Girtîgehên Tirk çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li girtîgehên Tirk dayîn destpêkirin di roja 48’mîn de ye. Parlementerên BDP’ê yên Amedê Emîne Ayna û Nûrsel Aydogan ji bo piştgirî û balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin û bedenên xwe dane ber mirinê, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya rûniştinê pêkanîn û şeva li xwe li wir derbaz kirin. Çalakiya rûniştinê ya Ayna û Aydogan dê di demjimêrên piştî nîvro bidawî bibe.