Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ayna di panela di çarçoveya ‘xwedî li Rêbertiya xwe derkeve’ de axivî û got: “Bêyî Rêbertiyê aştî û çareserî ne pêkane. Di vê nuqteyê de bang li her kesî dikim ku xwedî li Rêbertiya xwe derkeve.” Ayna bang li gel jî kir ku li dijî operasyonên leşkerî amade bin.
Bi pêşengiya jinên DEM-GENÇ’ê di kampanyaya ‘Xwedî li Rêbertiya xwe derkeve’ hat destpêkirin û di çarçoveya kampanyaya ku wê sê rojan bidome de li Navenda Çanda Şehîd Nûda panelek pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna, hevseroka DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn, hevseroka HDP’ê ya Wanê Derya Havya, endamên KJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Li salonê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Zeynep Kinaci (Zîlan) û pankarta ‘Xwedî li Rêbertiya xwe derkeve’ hat daliqandin. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyoneke ku daxwaza azadiya Ocalan dike mijar hat nîşandan.
Li ser navê DEM-GENÇ’ê Alev Taş axivî û got azadiya Ocalan tê wateya azadiya Rojhilata Navîn û gelan.
EM Ê JI BO AZADIYA OCALAN TÊBIKOŞIN
Hevseroka DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn axivî û got HDP’ê li dijî faşîzma 12’ê Îlonê serketin qezenc kiriye û got ji bo gelan pêvajoyek nû hatiye destpêkirin. Şahîn wiha got: “Em ê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe bidomînin. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê em ketin demek nû. Pêvajoya çareseriyê jî bi şert û mercên wekhev wê karibe bidome. Li ser esasê azadkirina Rêbertiya me û çareserkirina pirsgirêka Kurd em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin.
HAYVA: ÊRÎŞÊN LI HEMBER BIRÊZ OCALAN DIJMINAHIYA GELANE
Hevseroka HDP’a Wanê Derya Hayva jî Ocalan di şert û mercên zehmet de têdikoşe û ji gelan re dibe ronahî . Hayra got berdêlên zîhniyeta yekparêz û înkarker li kesên têkoşîn azadiyê dimeşînin tê birîn û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê bi mîlyonan kes ji jêre dibêjin mîmarê jiyana nû. Dewlet Tirk neçare bi xwe re bê rû hev. Dijiminahiya li dijî Ocalan li dijî gelan e.Tecrîdkirina wî tê wateya tecrîda gel.”
AYNA DIVÊ HER KES JI OPERASYONÊ RE AMADE BE
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna jî bal kişand ser azadiya Ocalan û got: “Ocalan bi salane ji bo azadiya jinan, ciwanan û jiyanek azad têdikoşe. Di bin înkarkirina nasnameyan de cudahiya mêr-jinê heye. Di navbera zayend, netewe û nasnameyan de cudahî her tim hene. Lê di aliyê mirovahî de hemû cudahî wekhev in. Azadiya ocalan bi azadiya hevzayenda me re yek e. Têkoşîna me ya neteweyî jî heman e.
Tê xwestin ku navberê bikin navbera Ocalan û gelan. Niha jî di navbera gelan de operasyonan amade dikin.”
BILA HER KES XWEDÎ LI RÊBERTIYA XWE DERKEVE
Ayna da xuyakirin ku tevî hemû êrîşan AKP’ê ji sedî 40 deng girtiye û got: “Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dengên emanet da AKP’ê. Gelan di vê hilbijartinê de AKP hişyar kir. Got vê pirsgirêkê çareser bike. Em neçarin çareseriyê li wan ferz bikin. Ev encama berxwedana Kobanê ye. Ji ber vê beyî Rêbertiyê pêvajoya çareseriyê nekare bê meşandin. Ez di vê nokteyê de bang li hemû kesî dikim ku xwedî li pêvajoyê û Rêbertiyê derkevin.”
Piştî axaftinan panel bi dawî bû.