Aydogan: Qeymeqam xwest cihê me bê tespîtkirin û em bên qetilkirin

Parlamentera HDP'ê Aydogan, qetlîamkeriya AKP'ê ya li Farqînê vegot û got, "Min ji qeymeqam re mesaj şand, lê belê qeymeqam rabû ev mesaja min ji bo tespîtkirina cihê me bi kar anî û hîn bêhtir bombe li me barand."

Parlamentera HDP'ê Aydogan, qetlîamkeriya AKP'ê ya li Farqînê vegot û got, "Min ji qeymeqam re mesaj şand, lê belê qeymeqam rabû ev mesaja min ji bo tespîtkirina cihê me bi kar anî û hîn bêhtir bombe li me barand." Aydogan diyar kir ku kesek li cem wan hat qetilkirin.

Parlametera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, êrîş û komkujiyên di dema 'qedexeya derketina derve' ya li Farqînê de lê rast hat û jê re şahidî kir, ji ANF'ê re vegot.

'RAST E RAST EM HEDEF HATIN GIRTIN'

Aydogan diyar kir ku êvara Sêşemê di roja 7. a qedexeya derketina derve de ew bi hevalên xwe re ketin nava taxa Mescîtê û got, "Em hatin Kolana Devrîm a Taxa Mescîtê ku niha em lê ne. Li vê derê me xwe gihand gelê sivîl, agir dada. Heta sibehê li vir govend hat gerandin û dirûşme hatin qîrîn." 

Aydogan ragihand, ku danê sibehê êrîşan destpê kirin û wiha pê de çû: "Hin hevalên me gotin ku sekvan li avahiyên li pişt me bi cih bûne. Li ser vê yekê, ji bo em ragihînin ku em sivîl in û di nava me de jin û zarok hene, me dengê xwe bilind kir, li derî û dîrekan dan û me hewl dan nîşanî hêzên dewletê bidin ku em li vir in. Danê nîvro tevî ku bi zelalî dîtin em li vir in jî, topeke hawanê avêtin pêşiya me. Ji dengê wê yê dijwar kêm mabû mejî û guhên me biteqin."

'WELATIYEK LI CEM ME QETIL KIRIN'

Aydogan da xuyakirin, ku piştî vê topa hawanê ew bi lez û bez derbasî cihekî din bûne û got, "naxwe topên wan ên hawanê ku em hedef digirin, wê li me biketina. Em ketin hundirê mizgeftê. Di vê demê de welatiyekî me yê bi navê Suleyman Guleç ji aliyê sekvanan ve bi guleya li biniya çavê wî ketî hat qetilkirin. Me ew li betaniyê pêçand, lê hingî jiyana xwe ji dest dabû."

'TOPA HAWANÊ AVÊTIN MIZGEFTÊ'

Aydogan anî ziman ku wan cenazeyê Guleç rakirin û birin beşa şuştina miriyan a mizgeftê û got, "Ji ber ku bi her awayî tevgera me ji aliyê helîkopterê ve dihat şopandin, piştî ku me cenaze rakir mizgeftê, test bi topbaranê kirin. Top avêtin dîwarên mizgeftê. Camên mizgeftê parçe bûn û parçeyên bombeyan li hundirê mizgeftê jî ketin. Me deriyê hesin li ser xwe girt, lê belê piştî ku êrîş zêde bûn, me biryar dan ku bi bi komên biçûk xwe berdin nava kolanan û bikevin hundirê malan. Dûre bi lez û bez me ev biryara xwe bi cih anî. Baş bû ku me bi cih anî, ji ber ku di wê saetê de êrîşeke gelekî mezin hat kirin. Yanî mirov dema mirov fîlmekî şer bikişîne, ancax dikare rewşa li vê derê di fîlm de nîşan bidin."

'QEYMEQAM CIHÊ EM LÊ BÛN HEDEF NÎŞAN DA'

Aydogan got, "Li çepera mala em lê bûn, êrîşên gelekî mezin hatin kirin. Li mala em tê de bûn zarok jî hebûn, psîkolojiya hemûyan xera bû" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi dehan bombeyên deng avêtin derdora mala em tê de bûn. Her wiha bi çekên bombeavêj êrîş kirin. Ji ber ku ev êrîşa giran demeke dirêj dewam kir, danê êvarê min îmkan dît ku ji Qeymeqamê Farqînê re mesajekê bişînim. Hemû xet hatibûn qutkirin, lê bawerim ji be xeteke ji Êlihê li hin nuqteyan telefonan sînyal didîtin. Di kêliyeke bi vî rengî de min mesajek ji qeymeqam re şand; min jê re nivîsan ku rewş gelekî nebaş e, 3 jê parlamenter, em bîst û sê jin in û rewş gelekî nebaş e. Min jê re nivîsand ku di her kêliyê de dibe ku komkujiyek mezin rû bide. Lê belê heman piştî vê mesaja min, êrîş zêdetir bûn. Piştî mesaja min a ji qeymeqam re şand, hat xwestin ku komkujî li vê derê bê kirin. Li ser vê yekê em ji xwe re li herêmên ewle geriyan."

'LI PÊŞBERÎ BERXWEDANA GEL NEÇAR MAN XWE VEKIŞÎNIN'

Aydogan ragihand ku êrîşên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin kirin ne êrîş û operasyoneke ji rêzê ye û got, "Ya ku qewimî bi awayekî vekirî şerekî bajêr bû." Aydogan diyar kir ku ji ber berxwedana 12 rojan a gel, dewletê fêm kir ku nikare gel bitirsîne û got, "Ji ber ku gelê Farqînê li ber xwe da û serî netewand, li her dera welêt bi armanca piştgirîdayîna Farqînê çalakî pêk hatin, qedexe hat rakirin."

Aydogan destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê sûcekî li dijî destûra bingehîn dike û da zanîn ku sê operatorên telefonê yên di dema komkujiyê de xetên xwe birîn, hevparên vê komkujiyê ne.