Aydar: Tevî komkujiyên hatin kirin jî têkoşîna azadiyê xurt bûye
Li paytexta Belçîka Brukselê, Komeleya Çanda Gelê Kurd civîneke gel organîze kir.
Li paytexta Belçîka Brukselê, Komeleya Çanda Gelê Kurd civîneke gel organîze kir.
Li paytexta Belçîka Brukselê, Komeleya Çanda Gelê Kurd civîneke gel organîze kir. Endamê KNK'ê Zubeyîr Aydar di vê civînê de rewşa dawî ya siyasî nirxand. Aydar bal kişand ser Hilbijartinên Giştî yên 1'ê Mijdarê û got, "Derbasbûna HDP'ê ji bendê, ji bo me dîsa serketineke."
'GELÊ ME BERXWEDANEKE XURT NÎŞAN DIDE'
Aydar axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Komkujiyên AKP'ê neqediyan. Em bi rastiya Tirkiyeyeke ku komkujî lê naqede re rû bi rû ne. Li Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û Farqînê girtin, komkujî û pêkanînên li dijî mirovahiyê hînê dewam dikin. Gelê me li hemberî vê yekê berxwedaneke xurt nîşan dide. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xurt bûye. Êdî hemû cîhanê ev dîtiye." Aydar bal kişand ser Şoreşa Rojava û pêngava azadkirina Şengalê.
Aydar di dawiya axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî komkujiya li Parîsê da û banga xurtkirina têkoşînê kir.