Ayata: Divê ev welat ji AKP'ê were rizgarkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûzaffer Ayata bang li mirovên dixwazin aştî, demokrasî û azadî were kir, ku xwedî li HDP'ê derkevin û vî welatî ji AKP'e rizgar bikin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûzaffer Ayata bang li mirovên dixwazin aştî, demokrasî û azadî were kir, ku xwedî li HDP'ê derkevin û vî welatî ji AKP'e rizgar bikin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, ku ji bo li Tirkiyeyê hin tişt bên guhertin, divê hikûmet were guhertin. Ayata destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo vê yekê firsendeke gelekî baş e û bang li hemû demokrat, aştîxwaz û rewşenbîran kir, ku li dora HDP'ê bicivin û vî welatî ji AKP'ê rizgar bikin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûzaffer Ayata, ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê ev bang li demokrat, aştîxwaz, rewşenbîr û hunermendan kir:
"Beriya her tiştî silav û hurmetên xwe pêşkêşî tavahiya gelê me û dostên me dikim. Li Tirkiyeyê di 7'ê Hezîranê de hilbijartineke gelekî girîng pêk hat. Tifaqa eniya demokratîk encameke bi bandor derxist holê. Di 7'ê Hezîranê de Erdogan bi xwe jî daket meydanan. Li gorî qanûnê divê Serokkomar bê alî be. Lê belê Erdogan daket meydanan û ji bo AKP'ê 400 parlamenter xwest. Ev yek ji bo serokatiya xwe xwest. Bi awayekî vekirî got ku Tirkiye bi sîstema berê ya parlamentê nayê birêvebirin. Ji ber vê yekê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji her alî ve êrîş kirin.
SERKETINA HDP'Ê YA JI SEDÎ 13'AN HEMÛ PLAN JI HEV XIST
AKP a ku heta sala 2023'an hedef danî pêşiya xwe, ji bo vê pêk bîne di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hem berî wê hem jî piştî wê çi ji dest hat, kir. Lê belê serketina HDP'ê ya bi rêjeya ji sedî 13'an re, ev plan hemû ji hev ketin.
ERDOGAN VÎNA GEL NAS NEKIR
Piştî hilbijartinê diviyabû sîstema parlamentê biketa dewrê. Lê belê Erdogan îlan kir ku ew hilbijartinê nas nake. CHP û MHP'ê jî bi helwesta xwe re ji vê yekê re bûn destek. Bi vê nêzîkatiyê re Erdogan ne parlament ne jî vîna gel nas kir. Erdogan ji gel re got; we şaşîtî kirin, divê ev şaşîtî were sererastkirin.
CHP LI DIJÎ BIRYARA JI NÛ VE PÊKANÎNA HILBIJARTINÊ DERNEKET
CHP diyar kir ku ev yek darbeyeke. CHP a ku tespîta rast kir, li pişt vê gotina xwe nesekinî. CHP li dijî biryara Erdogan a ji nû ve pêkanîna hilbijartinê derneket. Eger ragihandibûya ku ew ê tevlî hilbijartinê nebe, wê çaxê AKP nikarîbû bi tena serê xwe biça hilbijartinê.
TIRKIYE BER BI ŞER VE DEHF DAN
AKP naxwaze bibe hevpar. Ji ber vê yekê jî hikûmeta koalîsyonê ava nekir. Ji ber ku sûcên wan gelek in. Ji darizandinê ditirsin. Bala xwe bidinê; dema hikûmet ket û tiştekî ku bike nema, yekser biryara şer girtin. Piştî Komkujiya Pirsûsê ya 24'ê Tîrmehê Tirkiye xist nava şer. DAIŞ'ê li her derê xwe da nîşandan û tevgeriya. Çavên xwe li vê girtin.
GELÊ ME WÊ HESABÊ VÊ JI AKP'Ê BIPIRSE?
Her kesî dizanîbû ku birayê bombevanê li Pirsûsê xwe teqand, di nava DAIŞ'ê de bû û amadekariya çalakiyê dikir. Lê belê dewletê ji bo pêşî li vê bigire ti tedbîr negirt. Di encamê de jî vî kesî li Enqereyê bombeyên xwe teqand. Bi sedan mirovên me şehîd ketin. Gelo gele me wê hesabê vê ji AKP'ê bipirse? Wê bêje; tu çima bi DAIŞ'ê re hevkariyê dike û me dikuje?
JI KURDAN RE NA, JI DAIŞ'Ê RE ERÊ
AKP çima ji tifaq, aştî û demokrasiya bi Kurdan re dibêje na, lê ji DAIŞ'ê re dibêje rê. Çima bajar û navçeyên Kurdan her roj tên bombekirin. Çima her roj li cihê Kurd lê dijîn serdegirtin pêk tên, mirov ên girtin û tên kuştin. Dema Erdogan û Davûtoglû her roj rabe heqaretê li Kurdan bike û terorîst îlan bike, wê encameke bi vî rengî dernekeve holê?
GELO SÛCÊ AKP'Ê QET NÎNE?
Dema bi PKK'ê re hevdîtin dihatin kirin, dema bi Rêberê me re li dora maseyê rûdiniştin, kesî ji me re nedigotin terorîst. Lê kengî mase qelibandin, hingî rewş guherî. Û PKK û HDP hatin sûcdarkirin. AKP mîna ku qet sûcê xwe nîne, tevdigere.
13 SAL IN LI SER DESTHILATDARIYÊ YE, LÊ QET HESAB NADE
Kurdên di nava AKP'ê de divê ji xwe fedî bikin. Divê gelê me, ne ku dengan bidin van, divê tif ser çavên van kesan bike. Gelo rewşeke normal e ku mirov ewqasî berjewendîparêz bin? Her roj ewqas mirov tên kuştin. Hikûmeteke 13 sal in li ser desthilatdariyê heye. Ji van hemû bûyer û qewimînan ew berpirsyar in, lê qet hesab nadin. Bi tenê diziyê û xwarinê xweş dizanin.
TÊ XWESTIN KU DENGÊN HDP'Ê BÊN XESPKIRIN
AKP'ê heta roja îro ti kesê zerar daye civakê bi ceza nekiriye. Hêza xwe bi tenê li dijî Kurdan bi kar tîne. Pişta xwe dispêre dewletê, sîstemeke faşîst a nîjadperestiyê ava dike û dixwaze bêhnê li Kurdan biçikîne. Çi dibe bila bibe dixwazin HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Dixwaze maf û dengên HDP'ê xesp bikin. Lewma ev hilbijartin gelekî girîng e. Divê ev xespa maf û şîdeta dewletê bê sekinandin. Rêya vê yekê jî beriya her tiştî, rizgariya ji hikûmeta AKP'ê ye.
DIVÊ ÊDÎ BES E BÊ GOTIN
Girîng ev gel ji vê hikûmetê rizgar bibe. Divê bêje êdî bes e. Divê bêje; 13 salan me bi her awayî kredî, deng dan te, te kir desthilatdar, lê belê te ev îstîsmar kir. Divê bêje; te ev yek ne jib o gel, ji bo dewlemendan bi kar anî. Divê were gotin; li şûna pêkanîna aştiyê te rewşeke şer û pevçûnê afirand. Ev şer ji aliyê Kurdan ve nehatiye derxistin. Kurd aştîxwazin. Di vî warî de protokolên pêwîst kirine. Yê ku pihîla xwe li vê xist jî AKP-Erdogan bû. Niha jî mîna dijminekî sondxwarî dibêje ku heta Kurdekî bi tenê nemîne wê şer bidomîne.
PKK JI BO BICIHANÎNA BERPIRSYARTIYA XWE BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ WERGIRT
Rojek beriya komkujiya li Enqereyê kCK'ê biryara bêçalakîtiyê îlan kir. Çima? Ji ber ku em alîgir in ku hilbijartinê di rewşeke aram de derbas bibe. Ji hundir û derveyî welat gelek derdoran ji bo sekinandina vê şîdetê bang kirin. PKK jî, KCK jî ji bo berpirsyartiya xwe bi cih bînin, biryara bêçalakîtiyê wergirtin û ev yek bi raya giştî re parve kirin. Heman piştî vê daxuyaniyê komkujî hat kirin. Dewlet ti ji van nabîne.
EZ BANG LI DEMOKRAT, AŞTÎXWAZ, REWŞENBÎRAN DIKIM KU VÎ WELATÎ JI AKP'Ê RIZGAR BIKIN
Ji bo ev hemû guhertin pêk werin, pêwîste hikûmet biguhere. Ev hilbijartin jî ji bo vê firsendeke gelekî girîng e. Girîng e hemû demokrat, aştîxwaz û rewşenbîr li dora HDP'ê bicivin. Divê HDP bibe navnîşana kombûna li dijî AKP'ê. Bang li hemû aştîxwaz, alîgirên demokrasî û azadiyê dikim ku xwedî li HDP'ê derkevin û vî welatî ji AKP'ê rizgar bikin."