Avesta: Ji bo azadiya Rêber Apo divê têkoşîn bê geşkirin

Avesta diyar kir, pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re encama têkoşîna gelê Kurd e û destnîşan kir, ku divê pêkhatina hevdîtinê têkoşînê sist neke. Avesta got, "Armanca gelê me azadiya Rêbêr Apo ye. Divê têkoşîn bi çalakiyên curbecur bê geşkirin."

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û xwest, çalakiyên li dijî tecrîdê werin zêdekirin. Avesta got, "Berxwedan rê li ber azadiyê, lîberalîzm-pasîfîzm rê li ber koletiyê, stû tewandin jî rê li ber şikestina vînê vedike."

Avesta tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û bûyerên di nava hefteyê de qewimîn, nirxand.

'TI KES NIKARE BIKEVE NAVBERA GEL Û RÊBER APO'

Avesta, tecrîda li ser Rêbêrê Gelê Kûrd Abdullah Ocalan tê meşandin weke encama siyaseta înkar û îmhayê bi nav kir û got, "Zêdeyî salekê agahî ji Rêbêr APO nedihat girtin. Tecrîdeke gira li Îmraliyê heye. Tecrîd encama siyaseta înkar, tinekirin û nenaskirina Kurdan e. Dijminahiya li Kurdan di asta herî bilind de tê meşandin. Ev dijminatî bi sedê salane dewam dike. Ev dijminatî bi taybetî di şexsê Erdogan û hikûmeta wî ya faşîst de hatiye dijwarkirin. Bi êrîşên xwe yên li dijî Rêber Apo re dixwaze faşîzma xwe mayînde bike. Çalakiyên li dijî vê tên lidarxistin, ne nû ne. Ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve gelê Kurd di nava çalakiyên mezin de ye. Ti kes nikare bikeve navbera Rêber Apo û gel, ti kes nikare bikeve navbera Rêber Apo û milîtanên azadiyê, ti kes nikare bikeve navbera Rêber Apo û fedayiyên Rêber Apo. Eger mijar Rêber Apo be, ti hêz nikare gelê Kurd bisekinîne."

'PÊKHATINA HEVDÎTINÊ NE XÊRA DEWLETÊ YE'

Avesta qala hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û destnîşan kir, ku ev hevdîtin ne xêra AKP'ê û dewleta Tirk e.

Avesta da xuyakirin, ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê têkildarî rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fikarên gelê Kurd û tevgera azadiyê zêde kirin û got, "Di 15'ê Tîrmehê de hewl dan Rêber Apo ji holê rakin. Gelê me êdî ne agahîgirtina ji Rêber Apo, azadiya wî dixwaze. Divê pêkhatina hevdîtina bi Rêber Apo re û agahîgirtin, gelê me sist neke. Pêwîste ev hevdîtin, di nava tevgera azadiyê û fedayiyên Rêber Apo de lawaziyekê çêneke. Girtina agahiyeke pir biçûk ji Rêber Apo jî ji bo me gelekî mezin e. Lê belê, di nava salekê de pêkhatine hevdîtina çend deqeyan bi birayê xwe re, ne xêra AKP'ê û dewleta Tirk e. Ev hevdîtin û agahîgirtin encama berxwedaneke mezin bû. Armanca gelê me azadiya Rêber Apo ye. Divê têkoşîn bi çalakiyên curbecur bê geşkirin."

Sozdar Avesta diyar kir, têkoşîna heyî ya gelê Kurdistanê berhema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Gelê herêmê eger di vê demê de, di sedsala 21'an de ji bo xwedîderketina li nirx, azadî û hebûna xwe têdikoşe, ev yek bi saya fikir, raman helwest û gavên Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ye. Em baş dizanin kî dijminê gelê Kurdistanê ye û ji bo têkoşîna gelan bi ser nekeve, kî di nava êrîşên dijwar de ne. Gelo, çima Rêber Apo xistine navenda hemû êrîşan? Eger em vê rastiyê baş fêhm bikin, bersivê bidin vê pirsê, em ê karibin hîn zêdetir li hebûn, bawerî û azadiya xwe derkevin. Em tevgereke serokatî ne. Derketina me derketineke serokatî ye. Her tiştên me bi ked, zanebûn û helwesta Rêber Apo bû. Di vî warî de Rêber Apo pêşengtî kir."

'ÊZÎDXAN BI SAY A RÊBER APO KETIYE SER RÊYA RAST'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta bal kişand ser bandora fikir û ramanên Ocalan a li ser civaka Êzidî kir û destnîşan kir, ku civaka Êzîdxanê niha xwe bi vî ramanî bi rê ve dibe û hebûna Ocalan weke hebûna xwe dibîne. 

Der barê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de, Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê li bajarê Fransa Strasboûrgê lidar xistin, Avesta ev nirxandin kir: "Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ya Şengalê biryareke dîrokî girtibû. Hebûna Rêbêr Apo hebûna Êzîdxanê ye. Eger îro Êzîdxan destketiyên pir mezin bi dest xistibe, li Şengalê asta ku têkoşîn gihîştiye, guhertin û veguhertinên li Şengalê çêbûne, hemû bi saya Rêbêr Apo ne. Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê tecrîda li ser Rêber Apo xetere dît. Dît ku xeterî li ser destketiyên Êzîdxanê ye. Dît ku careke din dewleta Tirk û hevalbendên wê dixwazin vîna azad bişikînin. Hevalbendê dewleta Tirk ê weke Mesûd Barzanî, ji ber xwe ve ne li Enqereyê bû. Gelê Kurdistanê bi taybetî civaka Êzidî vê baş dibîne û şîrove dike. Çûyîna Barzanî li Enqereyê, bazarek li ser Şengalê bû. Mijar dîsa rê û rêbazên têkbirina Şengalê ye. Qaşo li dijî terorîstan e. Lê li cîhanê terorîstê herî mezin dewleta Tirk û hevalbendên wê ne. Kî naxwaze tecrîda li ser Rêber Apo rabe? Dewleta Tirk û hevalbendên wê. Mesûd Barzanî jî hevalbendê dewleta Tirk e. Ji ber wê piştî çûyîna Tirkiyeyê derbasî Fransayê bû û polîsên Fransayê jî bi ser çalakgerên greva birçîbûnê ve girtin. Çûyîna Barzanî ya Tirkiyeyê li ser kîşan esasan bû, li ser çi bazar kir, hesab li ser çi kir? Divê bersiva van bide. Gelê Êzîdxanê êdî vê baş dibîne. Çalakiya li derveyî welat jî nîşan da ku gelê Êzîdxanê tam ketiye ser xetê. Li ser rêya rast e. Dibe ku zehmet be, lê di şexsê Rêber Apo de divê hemû destketiyên xwe yên neteweyî, olî, xaka xwe biparêzin û xwedî li wan derkevin."

'ÊDÎ DESTKETIYÊN GELÊ KURD ZÊDE NE'

Avesta di dewama axaftina xwe de dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve nirxand û got, "Dewleta Tirk ji bo şoreşa Rojavayê kurdistanê bifetisîne her tiştî dike. Di nava Şoreşa Rojava de keda 20 salan a Rêber Apo heye. Dewleta Tirk û hevalbendên wê jî bi vê dizanin. Gelê me û dostên me jî bi vê dizanin. Keç û xortên vî gelî bi fikrên Rêber Apo beşdarî tevgera azadiyê bûn û li çiyayên Kurdistanê têkoşiyan. Eger Şoreşa Rojavayê Kurdistanê îro pêk hatibe, li ser vê bingehê pêk hatiye. Dewleta Tirk ji bo têkbirina destketiyên gelê Kurd, ket Cerablûsê. Dixwaze tevahiya Rojavayê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe. Dixwaze dagir bike. Dagirkirina Rojavayê Kurdistanê dagirkirina hemû destketiyên Kurdan e. Em ji dîroka dewleta Tirk dizanin, ku dema dikeve ku derê, hewl dide wir dagir bike."

Avesta hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî şiband ketina nava Qibrisê û destnîşan kir, ku tevlîheviya li Başûrê Kurdistanê rû dide, bi destê dewleta Tirk tê kirin.

'DI NAVBERA 12 Û 11'Ê ÎLONÊ DE TI CUDAHÎ NÎNE'

Sozdar Avesta di dewama bernameyê de qala desteserkirina şaredariyên Kurdistanê kir û anî ziman, ku divê gel nehêle qeymeqamên dewletê bikevin nava şaredariyan. Avesta wiha pê de çû: "Bi dehan sal in hêzên hindîrin û hêzên ji derve nikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Çend sal in gelê Bakurê Kurdistanê dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Dixwaze rêveberiyên herêmî û şaredariyên xwe hebin. Lewma bi deh hezaran şehîd dan e û koçber bûne. Hikûmeta AKP'ê û faşîstê mezin Erdogan çavê xwe berdane şaredariyên gelê Kurd. Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve êrîşên mezinl i Kurdistanê tên kirin. Xwestin li Sûr, Nisêbîn, Cizîra Botan, Gever, Silopiya, Hezex, Şirnex, Kerboranê vîna gel bişikînnin, lê ji wan nehatin. Çawa ku Kenan Evren dixwest bi darbeya 12'ê Îlonê vîna gel bişikîne, niha jî bi darbeya 11'ê Îlonê re Erdogan dixwaze dest deyne ser vîna gelê Kurdistanê ya hatiye hilbijartin. Di navbera darbeya 12'ê Îlonê û darbeya 11'ê Îlonê de ti cudahî nîne. Gelê me li dijî vê disekine. Çalakî ji bo hemû Kurdan nû destpê dike. Rojava hatiye dagirkirin, divê têkoşîn mezinb ibe. Bakurê Kurdistanê hatiye dagirkirin û hewl tê dayîn vîna gel bê binpêkirin. Têkoşîn dikeve merheleyeke nû, dikeve asteke nû. Ev destpêka têkoşîna vê merheleyê ye. Wê hê mezintir bibe. Divê temamiya gelên Kurdistanê li dora şaredariyên xwe bicivin. Nehêlin ku ev faşîst bikevin nava van avahiyan. Nehêlin ku ev qeymeqamên kedxwar li ser keda vî gelî, li ser xwîna zarokên vî gelî şaredartiyê bikin. Ev gel, zarokên vî gelî, fedayiyên vî gelî wê vê qebûl nekin. Şer nû destpê dike. Ya ew ê dest ji vê faşîzma xwe berdin, ya jî wê şer nû destpê bike. Ev gelê hînî azadiyê bû ye, wê vê rewşê qebûl neke. Bila gelê me nehêle ew qeymeqam biçin şaredariyê. AKP bila baş zanibe ku ne hêsan e li Enqereyê 4 mehûrên xwe bişîne Kurdistanê û keda bi salan binpê bike. Gelê Kurd wê berhemên 40 salan ji memûrên Enqereyê re nehêle. Eger ji xwe bawer in, bila biçin. Ev yek di heman demê de binpêkirina modela hevserokatiyê ye. Divê jin û ciwan xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Lazim e gel biherike kolanan û xwedî li vîn, li şaredariyên xwe derkeve. Ya wê faşîzm dev ji wir berde, ya jî wê gelê me bibe xwedî mafên xwe. Ev dawiya dewleta faşîzma Erdogan e. Erdogan dawiya xwe aniye. Ev hemû hewldanên têkçûnê ne. Faşîzm di herikîna dîrokê de her tim bi vî rengî tevgeriya ye. Dema hatiye ber têkçûnê, tundî û dijwarî derxistiye asta herî bilind."

'DIVÊ EM LI DORA RÊBER APO LI HEV BICIVIN'

Avesta axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Berxwedan rê li ber azadiyê, lîberalîzm-pasîfîzm rê li ber koletiyê, stû tewandin jî rê li ber şikestina vînê vedike. Divê em vê nas bikin. Rojeveke me ya esasî heye. Rojeva ma Rêbêr APO ye. Pêvajoya ku em tê de ne pir girîng û dîrokî ye. Ev pêngava hatiye destpêkirin, çalakiyên destpê kirin, ew hemla azadkirina Rêbêr APO ku me da destpêkirin, dibe şexsê gelê Kurdistan de, di şexsê tevgera azadî û Rêbêr APO de van êrîşan li ser xwe bihesibînin. Bila kesek ne bêje şerê PKK, tevgera azadî û AKP ye. Şerê mirovahiyê yê kesên azadixwaz, yê demokrat, yê li azadiyê digerin, li alternatîfekê li dij faşîzmê digerin e. Divê her  kes vê xeteriyê weke xeteriya li ser xwe bibîne. Tenê li ser tevgera azadî, PKK û Rêbêr APO nebîne. Di şexsê van de li ser hemûyan e. Kesên ku li her qadê di nava têkoşînê de ne, hemû li çeperan li ber xwe didin û çalakiyan lidar dixin pîroz in. Lê divê vê helwesta xwe xurtir bikin. Pêwîste çalakiyên me ne tenê çalakiyên birçîbûnê bin. Divê em bi çalakiyên curbecur têkoşînê geş bikin. Ev tekoşîna mezin hem parastina destketiyên xwe, xurtkirina hêza xwe û birêxistina xwe ye, hem jî ji aliyê dîplomatîk ve meşandina siyaseteke afirîner e. Pêwîstî bi têkoşîneke giştî heye. Hebûna gelan bi fikir û ramanên Rêber Apo ve girêdayî ye. Lewma divê em li dora Rêber Apo bicivin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke xurt bimeşînin."