Avesta: AKP di 3'ê Mijdarê de hat, wê di 1'ê Mijdarê de biçe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku AKP wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de têk biçe û got, "Bi 3'ê Mijdarê re hat, wê bi 1'ê Mijdarê re biçe."

Avesta got, "AKP ji ber ku ditirse û qels e, ewçend bêperwa êrîşî gelê Kurd dike" û destnîşan kir ku AKP wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi temamî têk biçe.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd û hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji ANF'ê re nirxand.

ÊRÎŞÊN AKP'Ê SÎNORÊ EXLAQÊ DERBAS KIRINE

Avesta di destpêka axaftina xwe de hemû mirovên di dema parastina xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest dan bi mînetdarî bibîr anî û got, "Li pêşberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ew ê bibin sembola azadî û rûmetê ya mirovahiyê û di dilê gelê Kurd de heta bi hetayê bijîn."

Avesta bal kişand ser êrîşên Erdogan û AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd û da zanîn ku van êrîşan sînorê exlaqê derbas kirine. Avesta destnîşan kir ku şerekî gelekî qirêj tê meşandin û got, "Hemû nirxên gelê Kurd tên binpêkirin. Lê belê divê were zanîn, ku êrîşên li hemberî şehîdên me, li hemberî şehîdgehên me, hovîtiya tê kirin, ruhê berxwedanê yê gelê Kurd û hemû gelan xurttir dike.

Ji ber ku Erdogan û dewleta Tirk gelekî baş dizanin, desthilatdariya li qesrê pûç bûye. Li herêmê serberjêr bûne. Bi polîtîkayên xwe yên heyî re li herêmê û siyaseta navneteweyî bi tenê mane. Sedema vê yekê jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Sedema vê yekê nêzîkatiya şaş a li pirsgirêka Kurd e. Bêguman beriya her tiştî nêzîkatiya şaş a li hemberî Rêberê me nîşan didin e."

WÊ JI ZILMA XWE YA LI ÎMRALIYÊ NIKARIBIN ENCAMÊ BIGIRIN

Avesta bibîr xist ku ev pênc meh in ew nikarin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyê werbigirin û da zanîn ku Ocalan di nava mercên tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Avesta got, "Em ji tenduristiya wî bi fikar in. Em baş dizanin ku şert û mercên avhewayê yên li giravê giran in û gefê li tenduristiya wî dixwin. AKP zilmeke mezin li Rêberê me dike. Di wê baweriyê de ye ku eger karibe vîna Îmraliyê bişikîne wê vîna gelê Kurd bişikîne. Lê belê zilmê li Îmraliyê bimeşîne jî wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Ev hewldaneke vala ye. Wan jî ev dîtin. Dîtin ku sekna li Îmraliyê, vîna li Îmraliyê naşikê, lewma bi hemû derfetên xwe êrîşî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê kirin."

AKP DIXWAZE ZÎHNIYETA FAŞÎST Û YEKPARÊZ SERDEST BIKE

Avesta ragihand ku zîhniyeta AKP'ê zîhniyeta faşîst despotîk e û divê ji holê were rakirin. Sozdar Avesta axaftina xwe wiha dewam kir: "AKP û Erdogan nekarîbûn xwe li yekîtiya gelan a li Kurdisatnê, bloka demokrasiyê ya di navbera gelan de hat afirandin û serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê rabigirin. Ji bo karibin zîhniyeta xwe ya faşîst û yekparêz serdest bikin, pêwîstî bi şer dîtin. Em gelekî baş dizanin ku di vî şerê qirêj de wê mêtînger winda bikin. Mêtînger di nava çiravekê de çikiyane."

MAMOSTEYÊ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê, YÊN LI QESRÊ NE

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta der barê êrîşên AKP'ê yên li hembeî cenazeyên gerîla û şehîdgehan de, ev nirxandin kir: "Pêlîstina bi cenazeyên şehîdan, zîhniyetê DAIŞ'ê ye. Mamosteyên çeteyên DAIŞ'ê jî yên li qesrê ne. DAIŞ ji ezmanan daneket an jî ji deverek dûr, devereke nayê zanîn nehat. Yekser ji aliyê ekîba şerê taybet a Erdogan ve hat perwerdekirin û bû belayê serê gelan. Ji ber vê yekê ye DAIŞ'ê yekser Kurdistan hedef girt. Hemû êrîşên xwe li hembeî Kurdistanê kir. Herî zêde êrîşî Kurdan kir." Avesta da xuyakirin ku DAIŞ heta roja îro bi ferman û perspketîfên Erdogan tevgeriya ye.

AKP BI AGIR DILÎZE

Avesta da zanîn ku AKP êdî ber bi têkçûneke dîrokî ve diçe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi 3'ê Mijdarê re hat, wê bi 1'ê Mijdarê re biçe. Ti derewek nema ku karibe xwe pê rizgar bike. Ji aliyê ekonomîk ve winda kiriye. Ji aliyê siyasî ve hem li herêmê, hem jî li qada navneteweyî winda kiriye. Ji aliyê leşkerî ve hatiye şikandin. Desteka gel jî winda kiriye. Ji bo van hemûyan careke din bi dest bixe, di bin navê mîtînga alê de xwe li hestên neteweperestiyê digire û hewl dide bi faşîzm, şovenîzm û nîjadperestiyê re xwe rizgar bike. AKP bi vê polîtîkaya xwe re bi agir dilîze. Bi kûrkirina nakokiyên di navbera civakan re dixwaze şerekî naxweyî derxîne. Ji aloziyek di navbera gelan de, ji dilopeke xwîn a birije Erdogan û Davûtoglû berpirsyar in. Civak hemû vê baş dizane."

ZILM Û ZORDARÎ NIKARE BI ME

Avesta anî ziman ku weke gel wan xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandiye û destnîşan kir ku ti zilm û zordarî nikare bi wan. Avesta got, "Ji bo pûçkirina van hemû êrîş û hewldanan, girîng e gelê me xwedî li berxwedana xweseriya demokratîk a pîroz a ku li hemû eniyan destpê kiriye, derkeve.

Sekna dayik û gelê Gever, Lice, Farqîn û Cizîrê di vî warî de sekneke dîrokî û pîroz e. Di dawiya vê berxwedanê de azadî heye. Xwerêveberiya hatiye ragihandin, pêngaveke nû ye. Em ne dikarin mîna berê bijîn, ne jî dikarin mîna berê têbikoş in. Bi vê pêngavê re têkoşîn derketiye qonaxeke nû. Di vê çarçoveyê de, li ku dibin bila bibin divê em vê pêngava nû xurt bikin."