Avahiya BDP’ê ya Yavuzelîyê jî hat şewitandin

Avahiya BDP’ê ya Yavuzelîyê jî hat şewitandin

Piştî êrîşa bombeyî ya li Dîlokê, avahiyên BDP’ê yên bajar û navçeyan li rastî êrîşan hatin. Piştî avahiya BDP’ya Dîlokê û navçeya wê Şehîtkamîl, avahiya navçeya Yavuzelî jî li rastî êrîşê hat. Avahiya BDP’ê ya Yavûzeliyê jî hat şewitandin. Polîsan ketin û derketina avahiyên BDP’ê qedexe kir.

Piştî êrîşa bombeyî ya li navenda Dîlokê pêk hat, komek faşîst bi dirûşimên “Bimirin Kurd” êrîşê avahiya BDP’ê ya navçeya Yavuzeliyê kirin.

Serokê BDP’ya Navçeyê Gursel Karataş got; “Gava em çûn avahiyê, me dît ku her der şewitîye” û êrîşa faşîstan şermezar kir. Serokê BDP’ya navçeyê xwest êrîşkar bêne girtin û bêne cezakirin.

Li aliyeke din jî, avahiyên BDP’ya Dîlokê û navçeya Şehîtkamîl jî hatin şewitandin. Polîsan di avahiyan de lêkolîn kirin û ketin û derketina avahiyan qedexe kirin.