Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay têkildarî teqîna bi wesayîta tejî teqemenî duh şev li Dîlokê pêkhatî daxuyanî da û got; 9 kesan jiyana xwe ji dest daye, bigiştî 69 kes jî birîndar bûne.
Atalay ku têkildarî teqîna şeva Duşem di demjimêr 19.38’an rû dayî daxuyanî da û aşkera kir ku, teqîn bi wesayîtekî tejî teqemenî bikomandoya ji dûr ve hatiye teqandin.
Atalay diyarkir ku, “Di vê bûyerê de heya niha 9 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane, yek ji nexweşên me yên giran zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da. Niha me 9 welatiyên xwe winda kirin. Niha li nexweşxaneyan 16 birîndarên me dimînin, bigiştî 69’in. Ji vana 10 kes li ser lingan hatin derman kirin, qismek jî demek kurt li nexweşxaneyan man.”
Atalay anî ziman ku, ji birîndaran 4 kes di beşa lezgîn de ne û wiha berdewam kir: “Teqîn li ser rêyekî pir qelebalix pêk tê. Ji xwe li nêzî wê avahiya miduriyeta emniyetê ya me jî heye. Hema bêje di navberê de 30 metre heye. Qeta jêr navenda polîsan, qeta jor jî lojmana polîsên me ye. Di nirxandinên me de hedefa bingehîn ew der bû. Welatiyên me yên diçin cejnê, bi otobûsa diçin, bi wesayîta xwe diçin cejna jiyana xwe ji dest didin. Yek jin, 4 zarok. 1,5 salî, 4 salî, 11 salî,12 salî.”
Atalay di derbarê wesayîta ji bo teqandinê jî bikaranîne agahî dan û got; “Ji xwe wesayîtekî diziye, ez navê bajaran nebêjim. Di nava wesayîta dizî de teqemeniya bihêz û bimakîneya wesayîtan dikêşe anîne wir. Ajovanê wê tê zanîn, wesayît ji kuderê jî anîne tê zanîn. Bûyer lez hatiye ronî kirin.”
Atalay îdîayên di çapemeniyê de derbarê wesayîtê jî derewandin û wiha axivî: “Em ji çapemeniyê guhdar dikin, beriya du hefteyan îxbar hatiye girtin, ew wesayît nehatiye dîtin, dê bê qey ev wesayît ew wesayîte. Têkiliya vana bi rastiyê re tuneye. Agahiyên ev wesayît kengê û ji kuderê hatiye di destê me de ne. Rica dikim ku, baweriya xwe bi nûçeyên spekulatîf yên wiha neynin. Em dê ji we re daxuyaniyên pêwîst bidim.”
Atalay destnîşan kir ku, “Îstîxbaratê agahî daye lê belê agahî nehatiye nirxandin, tiştek wisan tuneye. Di navbera hemû saziyên dewletê de koordînasyonekî wisa heye ku, ev di ti deman de çênebûye, bawerî heye. Bi vê yekbûyînê pêşve çûyîn berdewam dike (…) Ji ajovanê makîneya wesayîtan dikêşe, dizîna wesayîtê, plaqeyên bikaranîne û heta deverên ku çûyê, hemû agahî di destê me de ne.”