Endamê berê yê Meclîsa BDP’ê Orhan Artunç hate binçavkirin.
Endamê berê yê Meclîsa BDP’ê Orhan Artunç li navçeya Milazgirê ya Mûşê di nava bazarê de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Artunçê ku sedemê binçavkirina wî nehate zanîn birin Midûriyeta Polîsan ya Milazgirê.