Artêşa Tirk di salvegera Kortekê de gundek bombebaran kir

Artêşa Tirk di salvegera Kortekê de gundek bombebaran kir

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk gundê bi navê Kustan ê Xarkûrkê bombebaran kirin. Hêjayê gotinê ye ku ev êrîşa hewayî di yekemîn salvegera Komkujiya Kortekê de pêk hat.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 21'ê Tebaxê de di navbera saet 15.30-16.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Kustanê yê bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”

Salek berê di 21'ê Tebaxa 2011'an de li devera Korteka Qendîlê balefirên şer ên artêşa Tirk li dijî Kurdên sivîl komkujî pêk anîn û 7 Kurdên sivîl ku piraniya wan zarok bûn qetil kir.