Berdevkê Ragihandinê yê Artêşa Sûriyeya Azad Fehid El Misrî bi daxuyaniyekê êrîşên li hemberî gundên Kurdên Êzidî yên li Efrînê pêk hatin şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dûrî exlaq, prensîb û rêgezên Artêşa Azad û Sûriyeyê ne. El Misrî da zanîn ku gelê Kurd di şoreşa Sûriyeyê de cih girtiye û ev komên “çete” dixwazin Kurdan ji şoreşê dûr bixin.
Daxuyaniya li ser navê Serokatiya Hevbeş a Artêşa Sûriyeya Azad ji aliyê Berdevkê Ragihandinê Fehid El Misrî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên li dijî gundê Qestel Cindo yê Efrînê pêk hatin ne li gorî rêgez û exlaqê Artêşa Azad e û bi tundî hate şermezarkirin. Lê balkêş bû ku di daxuyaniyê de behsa êrîşên komên girêdayî Artêşa Azad ên li Helebê li hemberî Kurdan pêk hatin, nehate kirin.
Di daxuyaniya Artêşa Azad de da zanîn ku armanca van koman ew e ku gelê Kurd ji “Şoreşa Sûriyeyê dûr bixin” û hate gotin ku gelê Kurd li Qamişlo, Heleb û her deverên Sûriyeyê di serhildanan de cih digirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Kurdan sala 2004 li hemberî rejîma Esad li Qamişloyê serî hildaye.
Artêşa Azad di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu têkiliya wan bi komên li Ezzaz û Efrînê êrîşê gundên Kurdên Êzidî dikin re tune ye û da zanîn ku êrîşên wiha tenê xizmeta rejîma Esad dikin û van komên “çete” weke “dijminê Artêşa Azad” bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Êzidî jî parçeyek ji civaka Sûriyeyê ye û hat îdîakirin ku ew dê der barê bûyerê de lêpirsîn bidin destpêkirin û hesabê bipirsin. Di dawiya daxuyaniyê de hate îdîakirin ku “bila birayên me yên Êzidî û Kurd baş bizanin” dê Artêşa Azad a Sûriyeyê hemû cure zilm û zordestiyan ji holê rake