Artêşa Tirk, li sînorê Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiya sewqiyata leşkerî dike

Artêşa Tirk, li qadên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiya yên li ser xeta sînorê Heftanîn a yek ji Herêmên Parastinê yên Medya ye sewqiyata leşkerî dike.

Artêşa Tirk, li qadên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiya yên li ser xeta sînorê Heftanîn a yek ji Herêmên Parastinê yên Medya ye sewqiyata leşkerî dike.

Artêşa Tirk, li qadên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiya yên li ser xeta sînorê Heftanîn a yek ji Herêmên Parastinê yên Medya ye ku ji şevê din ve sewqiyata leşkerî dike, îro piştî nîvro zêdetir kir.

Li gor agahiyên nûçegihanên me yên li herêmê, li hember sewqiyata leşkerî gerîlayên HPG’ê cih bi cih guleyan diavêjin. Nûçegihanan diyar kirin ku eger artêşa Tirk hewl bide bikeve herêmên gerîlayan dibe ku pêvçûn zêde bibin. Her wiha êrîşên bi tank, top û hewanan jî li hember herêmê didomin.