Artêşa Tirk li Çelê têk diçe
Operasyona artêşa Tirk, ku berî 10 rojan bi propagandayeke mezin li Çelê da destpêkirin, veguherî operasyona binketina artêşa Tirk.
Operasyona artêşa Tirk, ku berî 10 rojan bi propagandayeke mezin li Çelê da destpêkirin, veguherî operasyona binketina artêşa Tirk.
Operasyona artêşa Tirk, ku berî 10 rojan bi propagandayeke mezin li Çelê da destpêkirin, veguherî operasyona binketina artêşa Tirk. Gerîlayên HPG/YJA Starê yên sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê diparêzin gotin, artêşa Tirk bi ti awayî nikare bi pêş ve biçe û bi êrîşên giran ên hewayî û bikaranîna teknîkê hewl dide raya giştî bixapîne.
Di çarçoveya operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de, gerîlayên HPG/YJA Starê li derdora navçeya Çelê, derbên giran li artêşa Tirk dixin. Leşkerên artêşê û polîsên tîmên taybet ên Tirk, bi ti awayî nikarin bi pêş ve biçin û li cihê lê ne dibin hedefa çalakiyên gerîla. Dewleta Tirk hewl dide encamên vê operasyona xwe ya binketî veşêre û bombeyan li çiyayên Kurdistanê dibarîne.
Dîmenên ji herêma şer ên gihîştin ajansa me, vê rastiyê radixe pêş çavan.