Artêşa Tirk careke din êrîşî Rojava kir
Artêşa Tirk duh bi şev jî provokasyonên xwe li rojavayê Girê Spî (Til Ebyad) dewam kir.
Artêşa Tirk duh bi şev jî provokasyonên xwe li rojavayê Girê Spî (Til Ebyad) dewam kir.
Artêşa Tirk duh bi şev jî provokasyonên xwe li rojavayê Girê Spî (Til Ebyad) dewam kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, artêşa Tirk bi çekên giran gule li herêmên sivîl lê dijîn reşand. Hêzên Artêşa Tirk saet di 22.00’an de embarên bajarê Girê Spî ku li ser sînor e, hedef girtin. Hêzên Artêşa Tirk gule li taxên aliyê rojava yên bajêr jî reşandin.
Leşkerên Tirk saet di 21.15’an de bi çekên giran gule bi aliyê malên welatiyên sivîl ên li aliyê rojava yê bajêr ve berdan û gundê Yabisê yê 5 km li rojavayê bajêr e gulebaran kirin.