'Apê Mûsa' li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
Zanayê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) li Seyrantepeya Amedê li kolana ku beriya 24 salan lê hate qetilkirin, hate bibîranîn.
Zanayê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) li Seyrantepeya Amedê li kolana ku beriya 24 salan lê hate qetilkirin, hate bibîranîn.
Zanayê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) li Seyrantepeya Amedê li kolana ku 20'ê Îlona 1992'yan hate qetilkirin ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Azad ve hate bibîranîn. Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter rêveberên DBP'ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat jî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Anter, xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku di demên cihê de hatine qetilkirin, hatin hilgirtin û qurnefîl danîn li cihê ku Apê Mûsa hatibû qetilkirin.
JI APÊ MÛSA RE SOZA ME YE...
Di bîranînê de Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Hakki Boltan axivî û diyar kir, yên ku têkoşîna Apê Mûsa dewr girtine îro di asta herî jor a têkoşînê de ne. Boltan got, ji Apê Mûsa re soza wan e ku wê mîrateya wî bi cih bînin.
'APÊ MÛSA BI HÊZA PÊNÛSÊ BAWER DIKIR'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ku bi Apê Mûsa re xebitî bû jî diyar kir ,wê şansê xebatê bi Apê Mûsa re dîtiye û wiha axivî: "Apê Mûsa kesekî wiha bû ku bi hêza pênûsê bawer dikir. Apê Mûsa digot pênûsa min ji tang û topên wan bihêztir e û bêtir ev yek kir jî. Li gel tarîtiya salên 90'î li cem gelê Kurd cihê xwe girt û bi israr nivîsand. Bi nivîsên xwe, Apê Mûsa mîrateya berxwedanê ji me re hişt. Em ê heta dawî xwedî li mîrateya wî derkevin. Li gel hemû zehmetiyan jî ew perdeya derewan diçirîne û dengê xwe digihîne me."
'EM BI WÎ SERBILIND IN'
Dîcle Anter jî diyar kir, beriya 24 salan bavê wî hatiye qetilkirin û ji ber ku xwedî li rojnameya Apê Mûsa ya Ozgur Gundemê derdikevin Ayşe Duzkan jî di nav de gelek kes îro derdikevin pêşberî dadgehê. Anter got, ew bi Apê Mûsa re serbilind in.
Piştî axaftinan kesên beşdar bûn qurnefîl danîn li cihê ku Apê Mûsa hat qetilkirin. Apê Mûsa wê li ser gora xwe li gundê Stîlîlê ya Nisêbînê jî bê bibîranîn.