Dengvedana rizgarkirina Girê Spî ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat ve, dewam dike.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bal kişand ser girîngiya serketina Girê Spî ji aliyê gelan û leşkerî ve û destnîşan kir, ku her kesên li gorî DAIŞ'ê plan dikirin, li Girê Spî têk çûne.
EV SERKETIN SERKETINA XWESERIYA DEMOKRATÎK E
Xebat Andok destnîşan kir ku hêzên parastina Rojava bi gelên Ereb û gelên din re di demên dawî de li Girê Spî têkoşîn û berxwedaneke mezin dane meşandin û got: "Li dijî zebaniyên DAIŞ’ê serketin hat bidestxistin. Bê guman gelek armancên vê serketina hene. Ji aliyê giştî ve ya hatiye armanckirin; li Rojava û Sûriyeyê hemû gel xwe bi xwe rêve bibin, civak bibe hêz, her kes di esasa xweseriya xwe de, parastina xwe de, di esasa wekhev û azadiyê de, jiyana bi hev re ava bikin.
Li Girê Spî bi salan bû ji hev qûtbûn hebû û vê jî rê li ber ambaroyê vekir. Ji ber vê yekê, rastî gelek êrîşan hat. Yekbûna Kantonên Cizîr û Kobanê gelek watedar û stratejîk bû. Yekbûna Kantonan weke ku tiştekî gelek qels û teng e tê nirxandin. Yên bûne yek çi ne? zehmetiyên ku ji serî ve Şoreşa Rojava pê re hatiye rû hev çi ne?. Di serî de jî ev kanton ne kantonên dewletî ne, di van kantonan de desthilatdarî tine. Ne tenê ya Kurdan, kantona hemû cudahiyê li Rojava dijîne. Ji ber vê jî di esasa perspektîfa neteweya demokratîk de kantonên nû hatine avakirin, tê wateya berfirehkirina jiyaneke azad, wekhev û demokratîk. Û hevdîtina civakê ya xaka xwe û dîroka xwe re ye. Lê hinek, yekbûna kantonan pir teng dibîne. Lê ev ne wisa ye.
Ev yekbûyîn ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê û heta prototîpa Rojhilata Navîn gelek girîng e û bi qîmet e. Eger pekane divê hemû kanton bi hev re bin û ne tenê li Rojava, di çarçoveya pergala kantonal a Sûriyeyê de, hewceye bigihêje sazbûnek xweseriya demokratîk. Ev tiştekî gelekî bi qîmet eû wê li rastiya Rojhilata Navîn bê."
Andok bal kişand ser aliyê felsefîk ên serketina Girê Spî û diyar kir ku ev serketin di çarçoveya xweseriya demokratîk de hatiye bidest xistin û wiha pê de çû: "Derba herî mezin a li netewe dewletê hatiye xistin e. Serketina Girê Spî serketina mezin a li dijî hêzên navneteweyî û herêmî ku rêxistineke wek DAIŞ’ê ava kirine û dixwazin planên xwe yên li Rojhilata Navîn bikin pratîkê, hatiye qezenckirinê ye. Yanî bi vê serketinê re hêzên ku xwestin planên xwe bixin meriyetê, planên wan pûç bûne.
Ji paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê bi qîmettir tiştekî din tine. Ji vî alî ve rizgarkirina Girê Spî ku wek biryargehekê ji aliyê çeteyan ve dihat bikaranîn, derba herî mezin a li DAIŞ'ê hatiye xistin e. Yanî pişta DAIŞ’ê şikestiye. Ji vir şûnde jî destê her kesê li dijî DAIŞ’ê têdikoşin, xurtir bûye. Ya ev pêk aniye jî pêşengiya YPG û YPJ’ê ye. Ev eniyeke ku hêzên weke Bûrkan El Firat û yên din jî tê de ne ye. Ev bi qîmet e. Divê ev jî bên xurtkirin û pêş xistin.
Andok da xuyakirin ku di demên dawî de AKP têkildarî serketina Girê Spî gotinên weke ‘Kemera Kurd û komkujiya Ereban’ bikar tîne û got: "Ti rastiya van propagandayên reş tine. Ji ber ku ev nêzîkatiyên wisa li felsefeya kesên ku ev serketin pêk anîne, nayê. Ev ji mînak û tecrubeyên berê jî tên fêmkirin.
Kurdistan ti car nebû ya Kurdan bi tenê. Li Kurdistanê gelek gel dijîn. Di zîhniyeta Kurdê ku felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye armanca jiyanê de, neteweperestî tine. Di sekna jiyana wan de, zilm tine û kesî ji xwe kêmtir nabînin. Ji ber vê ye ku ya li Rojava pêk hatiye, bi qasî ku mafên Kurdan diparêzin, nirxên mirovahiyê jî diparêzin.
Hêza ku ji bo li Rojava jiyaneke azad, demokratîk û wekhev ava bike û biparêze, jiyana xwe feda kiriye, nekare bibe neteweperest. Serî li rêbazên qirkirinê yên aydê serdestane, nadin. Ji ber vê jî gotinên wisa di zîhniyeta Kurdên azad tine.
Aşkeraye ku kî li pişt van dij propagandayan e. Li pişt van gotinan di serî de dewleta Tirk û hêzên modernîteya kapîtalîst hene."
Andok da xuyakirin ku gotina Erdogan a weke 'Kobanê li ber ketinê ye' hîna nehatiye jibîrkirin û destnîşan kir ku her kes dizane ku gotina 'Em ê destûrê nedin Iraqeke Bakur a duyem' ji devê Erdogan derketiye. Andok got, "Li pişt nêzîkatiya 'Ev xeta me ya sor e, em ê destûrê nedin' hatiye nîşan dan ku têkoşîna li dijî şoreşê deşîfre bûye. Li dijî van êrîşên ku dikare ji aliyê çandî, aborî, siyasî pêş bikeve de, divê civakên li Rojava çand û hebûna xwe biparêzin." Andok her wiha di vê çarçoveyê de bang li hêzên şoreşger yên cîhanê jî kir:
EV SERKETIN SERKETINA MEZIN YA MIROVAHIYÊ YE
"Parastina van qezencên ku ji hemû şoreşgerên cîhanê re dibe çavkaniya îlhamê, ne tenê parastina gelên Rojava ye. Weke di mînaka Kobanê de jî hatiye dîtin têkoşîna hatiye meşandin, têkoşîna hemû mirovahiyê ye. Serketina Girê Spî serketina mîlyonên ku bi dirûşme û ruhê hevpar daketine kolana ne. Di vî alî de divê herî kêm bi qasî Kobanê xwedî lê derkevin. Pêşengiya van serketinan Kurd bikin jî ev serketin serketina mezin a mirovahiyê ye."