Amediyan di cejnê de pêşî berxwedêr ziyaret kirin
Gelê Amedê di Cejna Qurbanê de, hê serê sibehê çûn seriyek dane berxwederên greva birçîbûnê ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were, dest bi grevê kiribûn.
Gelê Amedê di Cejna Qurbanê de, hê serê sibehê çûn seriyek dane berxwederên greva birçîbûnê ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were, dest bi grevê kiribûn.
Roja pêşî ya Cejna Qurbanê gelek kesan çalakgerên greva birçîbûnê, ya bi mebesta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bibe ketibûn grevê, ziyaret kirin.
Serê sibehê Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Cîgirrên Serokê Koma HDP’ê Idrîs Balûken û Çaglar Demîrel, wekîlên HDP’ê yên Amedê, Feleknas Uca, Ziya Pîr û rêveberên navçe û bajêr ên DBP’ê çûne avahiya bajêr Amedê ya DBP’ê.
Yek ji serdanvanan Halîm Tanrîkulu helbesta ‘’Serok’’ xwend, ku dema Ocalan hatibû girtin, nivîsîbû.
Peyama cejnê li ser navê çalakgern Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel da.
Tuncel cejna gel pîroz kir û got, ji bo Kurdan ev cejn berxwedana dîrokî dinimîne.
Tuncel wiha dom kir, ‘’Gelê Kurd ji bo ku çarenûsa xwe diyar bike êdî bêhtir peywir û berpiryarî li ser heye. Li dijî yên ku şaredariyên me desteser kirin divê em li ber xwe bidin. Em hêvî dikin ku cejna me ya berxwedanê bibe sedema siberojên aştiyane.’’
Di roja 8’an de ziyareta li çalakgeran berdewam dike.