Amedî qada Newrozê dadigirin

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşma "Bi berxwedanê re em ê bi ser kevin" a li Amedê, bi deh hezaran kesên ji aliyê Batikentê ve hatin, qada pîrozbahiyê dadigirin.

Gelê Amedê yê bi mehan li dijî bi deh hezaran leşker-polîs, tank, top û çekên giran ên dewleta Tirk li ber xwe da, Newrozê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dike. ji 7 heta 70 salî Amedî ji sibehê ve bi otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diherikin qada Newrozê. Her wiha Kurdistanî bi wesayîtên xwe yên şexsî û motorsîkletan jî diherikin qada Newrozê. Di vê meşa ber bi qada Newrozê de ciwanna kortej avakirin û bi qîrîna dirûşmên 'YPS li vir e, Esedûllah li ku ne', 'Bijî berxwedana Sûrê' meşiyan. Komek ji ciwanên ku bi hespan hatin qada Newrozê, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Mîna her salê, îsal jî jin bi kincên xwe yên neteweyî û rengên kesk, sor û zer qada Newrozê dixemilînin. Li qada Newrozê, wêneyên Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Zîlan (Zeynep Kinaci), şehîdên Newrozê û sivîlên li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, hatin daliqandin.

Qada Newrozê niha bi strana 'Dîren Diyarbekir' deng vedide û li qadê bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' tên qîrîn.

Girseyên gel pêl bi pêl diherikin qadê. Li cihê protokolê jî mêvanên hatin vexwendin, bi cih bûn.

Tê payîn, bernameya Newrozê piştî demeke kurt, destpê bike.