Piştî hevdîtina Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ê ku çûbû Îmraliyê û agahiyên bi raya giştî re parvekiri û şûn de gelê Amedê bi coşekî mezin pêşwazî kirin. Amediyan gotin em pir keyfxweş in.
ANF/ ELÎF DOGAN
AMED
duşem, 12 rezberê 2016, 15:04
OZMEN: BAŞBÛNA REWŞA TENDIRUSTIYA RÊBERTIYA ME, ME KEYFXWEŞ DIKE
Ayşe Ozmen a ku bi kelecan diyar kir ku ji ber vîna bi hêz ya çalakgerên greva birçîbûnê wan silav dike. Ozmen wiha got: “Başbûna tendirustiya Rêbetiya me û bi cih hatina daxwaza çalakvanên greva birçîbûnê ez pir keyfxweş kirim.” Her dawî jî Ozmen wiha anî ziman: “Eger ku dewlet guh da çalakiya greva birçîbûnê ya 8 rojan, wê deng bide vê pêvajoyê jî.”
KORHAN: EM Ê HER DEMÊ LI BER XWE BIDIN
Mehmet Korhan anî ziman ku ji destpêkê ve Ocalan alîgirê aştiyê ye. Korhan destnîşan kir ku her demê alîgirên aştiyê bûn û ji ber vê yekê cuda hatin dîtin û wê her demê berxwedana xwe dewam bikin.
ÎMÛR: KILÎLA AŞTIYÊ OCALAN E
Dayîka Kurd Fatma Tîmûr jî da zanîn ku bi rêya Mehmet Ocalan agahî girtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di roja Cejnê de pir keyfxweş in. Tîmûr wiha got: “Tecrîda li ser Rêbertiya me hê jî dewam dike. Em vê yekê qet qebûl nakin. Wê berxwedana me dewam bike. Kilîda aştiyê Ocalan e. Divê hikûmet guh bide Ocalan ji ber ku di peyama ku şandî de dide diyarkirin ku eger dewlet bixwaze wê pirsgirêka Kurd di nava 6 mehan de çareser bibe, divê em baş bê nirxandin. Êdî em naxwazin xwîn bê rijandin em aştiyê dixwazin.”
AKKAYA: EGER KU DEWLET AŞTIYÊ DIXWAZE DIVÊ GUH BIDE OCALAN
Hasan Akkaya anî ziman ku greva birçîbûnê encama girt û wiha axivî: “Peyamên Rêbertiya me pir girîngbûn. Li Tirkiyeyê her roj mirov tên kuştin. Eger ku dewlet aştiyê dixwaze divê guh bide peyamên Rêbertiya me. Carekî din hat nîşandan ku role Rêbertiya me çiqasî girîng e. Eger ku tecrîd li ser Rêbertiya me dewam nebûya evqas kuştin nedibû.”
NAZLIER: PÊVAJOYA AŞTIYÊ BILA JI NÛVE DESTPÊ BIKE
Gulîstan Nazlier jî bi bîr xist ku gelê Kurd ev nêzî 2 salbûn ji Rêbertiya xwe agahî nedigirt, îro bi agahiya ku me ji Rêbertiya xwe girtî pir keyfxweş in.Nazlier destnîşan kir ku bi taybet rewşa tendirustiya Rêbertiya xwe pir mereq dikirin. Nazlier wiha pê de çû: “Hevdîtina îro kêm jî be fikarên me derbas kirin. Bi daxuyaniyê re carekî din dîsa der ket holê ku girêdan gal a bi Ocalan re çiqas xurt e. Şer dewam dike mirov dimirin. Divê hikûmet guh bide peyamên Rêbertiya me. Divê pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike.”