BI DÎMEN

Amed dîsa dîrokê dinivîsîne

Bi sed hezaran kesên herikîn qada Newrozê li ber sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîp' ji bo bîranîna kesên di têkoşîna Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz girtin.

Bernameya Newrozê ya li Amedê destpê kir. Bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmançkî çar aliyên Kurdistanê hat silavkirin. Ji dikê bajarên berxwedêr ên Kurdistanê, Qendîl, Herêma Xweser a Rojava, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin.

Piştre bi xwendina sirûda 'Ey Reqîp' bernameya Newrozê destpê kir. Ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û berxwedêrên xwerêveberiyê yên jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kesên beşdar, deqeyek rêz girtin. Di anonsên ji dikê hat kirin de hat ragihandin, ku Newroz Newroza xweserî û xwerêveberiyê ye.

Li ser navê Komîteya Amadekar Hafize Îpek peyivî. Îpek da xuyakirin ku Kurd azadiyê dixwazin û got, "Heta ku di bedena Kurdan de xwîn hebe, wê têbikoşe." 

Piştre li ber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak derketin ser dikê. Anli bi Kurdî beşdar silav kir û ji ber berxwedana wan, ew pîroz kir.

Gultan kişanak jî silav ji navendên berxwedanê re şand û got, "Silav ji Mazlûm Dogan ê li zîndana Amedê bi sê derbikên niftikê li dijî zilmê li ber xwe da silav ji Zekiye Alkan a di salên 90'î de bedena xwe kir agirê Newrozê." Kişanak bal kişand ser dîroka Newrozê û got, "Di serdemên herî giran ên zilm û tarîtiyê de, Newroz agirê li dijî zilmê hatiye pêxistin e."

Kişanak got, "Ez hemû cangoriyên me bi rêzdarî bibîr tînim. Destê hemû dayikên hatine vê qadê maçî dikim. Hêviya me mezin e, hêviya me azadî ye. Em ê vê yekê ji sedî sed pêk bînin. Serîtewandin li me nayê. Em hêvî û aştiyê temsîl dikin. Em Amedî ne."

Kişanak da xuyakirin ku peyamên Ocalan weke manîfestoya rizgariya demokratîk tên dîtin û got, "Em dixwazin pêşerojê bi hev re ava bikin." Kişanak bi bilêvkirina daxwaza azadiyê re dawî li gotinên xwe anî.

...