Amadekariyên Pêşengeha Zarokên Kobanê

Zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin li Amedê bicih bûn, di malên perwerdeyê de perwerdeya xwe dewam dikin. Wêneyên zarokên Kobanê yên li van malên perwerdeyê çêkirine, tê payîn ku di meha Nîsanê de bi pêşangehekê werin nîşandan.

Zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin li Amedê bicih bûn, di malên perwerdeyê de perwerdeya xwe dewam dikin. Wêneyên zarokên Kobanê yên li van malên perwerdeyê çêkirine, tê payîn ku di meha Nîsanê de bi pêşangehekê werin nîşandan.

Zarokên Kobanê û gundên wê yên ku ji ber êrîşên çeteyên hov DAIŞ'ê dest ji cih û warê xwe berdan, li gelek bajarên ku ji wan re xerîbe  belav bûn. Bajarek ji van bajarên ku malbatên Kobanê lê bicih bûne jî Amed e. 

Li Amedê çend malên perwerdeyê yên girêdayî şaredariya Sûrê ya Amedê jî perwerdeyê didin zarokên Kobanê.  Li mala perwerdeyê ya Mehmet Geren a şaredariya Sûrê amadekariyên pêşengehek wêneyan a bi destên van zarokan tên xêzkirin, tê kirin. 

Di vê pêşengeha xêzên zarokan de,  zarokên ku di şert û mercên zehmet de dest ji mala xwe, ji taxa xwe, ji gundê xwe û ji axa bav û kalê xwe berdane, wê bi xêzkirina wêneyên di hişê xwe de rewşa xwe bînin ziman. 

Bêrîkirina mala xwe, hevalê xwe û dîmenê şer ê di binhişê wan de di van wêneyan de hatine xêzkirin. 

Dibe ku wan jî gelek tiştên dixwest bînin ziman nikaribûn di van xêzên xwe de bicih bikin. Lê dîsa jî xêzên wan gelek tiştan tîne ber çavên mirov. 

ji bêrîkirina mal û hevalên xwe heta bi bandora şerê ku çeteyan li ser bajarê wan ferz kiriye.  

Tê plankirin ku pêşengeheke berfir a zarokên Kobanê di serê meha Nîsanê de were lidarxistin.