Amadekariyên mudaxeleya çalakiya birçîbûnê dikin

Amadekariyên mudaxeleya çalakiya birçîbûnê dikin

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa D û E yên Amedê 12'ê Îlonê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, ketin roja 44'an. Girtiyan diyar kirin ku, Wekilê Serdozger û heyeta xwe di roja 43'an de ketin odeya wan û neheqî li wan kirin. Girtiyan anîn ziman ku, dozger diyar kiriye ku ji bo wan çalakî ne girînge û dema ji ser hişê xwe biçin dê mudaxele bikin.

Çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK’ê ya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelên Kurd yên demokratîk 12'ê Îlonê destpê kirine, di roja 44'an de berdewam dike. Ji ber ku vîtamînê B1 nadin girtiyan her ku diçe tenduristiya girtiyan xirab dibe û nexweşî di wan de derdikevin der. Girtiyên girtîgeha Tîpa D û E yên Amedê diyar kirin ku, duh dozger û heyeta pêre ketiye odeya wan û neheqî li wan kiriye.

Girtiyan anîn ziman ku, dozger hatiye betenî ji ser wan avêtiye û ew biçûk xistine. Girtiyan anîn ziman ku, rayedarên girtîgehê vîtamîna B1 yek nade wan û ji daxwazên wan ya vitamîna B1 bêpar dihêlin. Girtiyan destnîşan kir ku, dozger û heyete ew zîwer kirine û dozger gotiye "Ji bo me hûn di grevê de ne yan ne tu wateya wê tune ye. Ji bo me tiştî heri girîng piştî ku hûn ji ser hişê xwe çûn em mudaxeleyî we bikin. Em niha amadekariyên xwe li gorî wê yekê dikin."

Girtiyan da ziman ku, li gel wan dozger hişyar kiriye jî dîsa neheqî li wan hatiye kirin û pir biçûk nêzî wan bûye. Girtiyan destnîşan kir ku, bi van helwestên rûmetşikandinê nikare wan têk bibe û wiha got: "Em vê helwestê wekî helwestek tekakesî nabînin û wekî helwesta hikûmetê û dewletê ya li hemberî girtiyan dinirxînin. Girtiyan diyarkir ku, ger ev helwest berdewam bike, dê li hemberî vê helwestê seknek tund û cûda bidin nîşandan.

Girtiyan hovîtiya hikûmeta AKP'ê şermezar kir û aşkera kirin ku, heke mudaxeleyekî herî biçûk jî li dijî wan pêk were, dê li hemberî xwe helwestek tund bibînin. Girtiyan bang li malbat, raya giştî û hemû mirovahiyê kir û wiha gotin: "Em bang li gelê xwe dikin ku ji azadiya Rêber Apo, xilasbûna gelê me û ji bo statûya welatê me, mil bidin milê me û bi ruhê serhildanê li dijî vê bê dengiya 'Faşîzma Kesk' bikevin nava hewldanan. Divê hemû malbatên me û gelê Kurdistanê, hemû sazî û dezgehên Kurdistanê li ber girtîgehan platforma azadiyê ava bikin û bê navber nobetê bigirin. Divê her kes rabin ser piyan û li doz û çalakiya xwe xwedî derkevin."