Li kolana Heyaskerî ya Xûrmatû, aloziya duh danê sibehê di navbera pêşmergeyan û mîlîsên Heşd El Şeebî rû dabû, li herêmên din ên navçeyê belav bû. Di şer û pevçûnan de li gorî agahiyên destpêkê 4 mîlîsên Heşd El Şeebî û wezîfedarekî asayîşê hatibû kuştin.
Pevçûna duyemîn li dora Nexweşxaneya Navendê ya li navenda bajêr piştî demekê ji nû ve rû da. Li vê derê 2 mîlîsên din ên Heşd El Şeebî hatin kuştin û hat ragihandin ku midûrê nexweşxaneyê Dr. Abdulxalik ji aliyê çeteyan ve dîl hatiye girtin û dûre hatiye kuştin. Her wiha jineke di navbera şer de ma, ji ber şoqa derbas kir jiyana xwe ji dest da. 2 pêşmerge jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji navçeyê hatin wergirtin, şer dûre di navbera mîlîsên Tirkmen û pêşmergeyan de qewimiye. Hat ragihandin ku ji ber rûdana vî şerî, li qada Bazara Gewrê ku piraniya şêniyên wê Tirkmen in dikanên Kurdan hatin şewitandin, li hemberî vê yekê li taxa Heysanayî jî gelek dikanên Tirkmenan ji aliyê Kurdan ve hatine şewitandin.
Bi mezinbûna şer û pevçûnan re di navbera pêşmergeyan û Heşd El Şeebî de hevdîtin hatin kirin, lê belê encamek ji van hevdîtinan derneket. Hat ragihandin ku rewşa aloz a li navçeyê hînê dewam dike.