Alîzade yê YPG’yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin

Şervanê YPG’ê Fîrûzn Alîzade (Dilşar Kurdistan) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Şervanê YPG’ê Fîrûzn Alîzade (Dilşar Kurdistan) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Şervanê YPG’ê Fîrûzn Alîzade (Dilşar Kurdistan) ê ji Rojhilatê Kurdistanê yê li Kobanê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, danê sibehê anîn Wanê. Cenaze li navçeya Wan Westanê ji aliyê konvoyeke wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û anîn Xaçerêya Karşiyaka Beşyolê.

Cenaze li vê derê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Kurdistan wê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” hat pêşwazîkirin û birin Şehîdgeha Karşiyakayê. Girseya gel alên PKK, YPG û Kurdistanê hilda û malbatên li avahiyên derdorê jî bi tilîliyan destek dan girseyê.

Di meşa merasîma cenaze de Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Veysî Dîlekçî, Derya Havya, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran şêniyên navçeyê amade bûn. Tevgera helîkopterên polîsan a di dema merasîmê de li derdorê, rastî nerazîbûna gel hat.

Li dû wecîbeyên olî, cenaze hat veşartin. Piştî veşartina cenaze ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Paşê Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan peyivî û diyar kir ku Dilşar ji Rojhilatê Kurdistanê çûye Kobanê, ji bo gel canê xwe yê ciwan feda kiriye û bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna xwe bilind bike.

‘RUHÊ WAN WÊ LI KURDISTANÊ BIJÎ’

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê Veysî Dîlekçî jî got, “Şehîd rûmeta me ne. Em ê her tim di rêya wan de bimeşin.” Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî got, “Wan canê xwe ji bo gelê Kurd feda kirin. Bedenê wan bikeve nava axê jî ruhê wan wê li Kurdistanê bijî. Wan têkoşîneke pîroz meşandin. Divê tevahiya gelê me vê bibîne û xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkeve. Destên qirêj ên DAIŞ’ê bi alîkariya hikûmet û dewleta qirêj re êrîşên xwe dewam dikin. Li dijî vê tifaqa qirêj yekane çare yekîtiya Kurdan e. Em xwedî li vê berxwedanê, li vê têkoşînê derkevin. Sibê salvegera 16. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê jî em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li Birêz Ocalan derkeve. Xwedîderketina li Birêz Ocalan xwedîderketina li Kurdistanê ye. Li pêşberî şehîdan em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.”

Li dû axaftinan girseya gel derbasî mala sersaxiyê ya li Karşiyakayê bû. Mala sersaxiyê wê sê rojan ji bo serdanan vekirî be.