Alî Yîgît ê DEP'î ji sirgûnê vegeriya, lê hat binçavkirin

Parlamenterê berê yê DEP'ê Alî Yîgît, piştî 21 salên li sirgûniyê vegeriya Tirkiyeyê.

Parlamenterê berê yê DEP'ê Alî Yîgît, piştî 21 salên li sirgûniyê vegeriya Tirkiyeyê. Lê belê Yîgît li balafirgehê hat binçavkirin. Prosedura hiqûqî ya der heqê Yîgît de were meşandin, wê ji bo Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal jî bibe mînak.

Parlamenterê Mêrdînê Alî Yîgît ê piştî darbeya 2'ê Adara 1994'an a li hemberî DEP'ê neçar ma derkeve derveyî welat, piştî 21 salan ji sirgûniyê vegeriya. Yîgît ku ji Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê îro hat Tirkiyeyê, li balafirgehê ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, ji parlamenterên berê yên DEP'ê Selîm Sadak û malbata wî ve hat pêşwazîkirin.

ÎFADEYA WÎ TÊ GIRTIN

Hat ragihandin, ku ji ber du dozên der heqê wî de biryara girtinê der heqê wî de hebû û li balafirgehê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Li Edliyeya Enqereyê îfadeya Yîgît tê girtin.

Parêzerê Doza DEP'ê Yûsûf Alataş anî ziman ku ew li bendê ne îfadeya Yîgît were girtin û paşê serbest were berdan.

Prosudura der heqê Yîgît de were meşandin, dibe ku ji bo rêveberên KONGRA GEL Zubeyîr Aydar, remzî Kartal û Nîzamettîn Togûç jî derbasdar bin.