Endamê Desteya Bilind ya Kurd Aldar Xelîl destnîşan kir ku, wan di hevdîtinên xwe yên bi partiyên din ên endamên desteyê re de li ser ji nû ve avakirina Komîteya Leşkerî û Komîteya Pêwendiyên Derve, her wiha ji bo avakirina sîstemek demokratîk li Sûriyeyê lihev kirine. Xelîl got ku, li ser neqebûlkirina komên çekdar yên biyanî jî hemfikirînek derketiye holê û her wiha destnîşan kirine ku li Rojavayê Kurdistanê 2 hêzên parastinê nabin, pêwîste hemû hêz bibin yek.
Hevdîtinên Desteya Bilind a Kurd (DBK) ên li bajarê Hewlêrê didomin. Endamê desteyê Aldar Xelîl derbarê hevdîtinên ku bi partiyên din ên endamên desteyê re hatine kirin de, agahî dan ANF’ê. Aldar Xelîl diyar kir ku, hevdîtinên wan ên destpêkê bi Serokatiya Herêmê re pêk hat, piştre jî bi Dîwana Serokatiya Herêmê û herî dawiyê jî bi endamên 12 partiyan ên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîne. Xelîl destnîşan kir ku îhtîmal heye ku hevdîtineke din bi bi Serokatiya Herêmê re pêk bînin.
Aldar Xelîl li ser mijara parastinê û hewldana hinek derdoran ya avakirina komên çekdarî rawestiya û diyar kir ku, li Rojavayê Kurdistanê 2 hêzên parastinê nabin û pêwîste hemû hêzên li Rojavayê Kurdistanê bibin yek. Xelîl destnîşan kir ku, wan di hevdîtinên xwe de ev mijar nirxandiye û li hev kirine ku Komîteya Leşkerî ya girêdayî Desteya Bilind ji nû ve were avakirin û hemû komên çekdar yên Kurdistanî bîne ba hev.
KOMÎTEYA PEYWENDIYAN JI NÛ VE TÊ AVAKIRIN
Aldar Xelîl daxuyand ku wan di hevdîtinan de li ser ji nû ve avakirina Komîteya Peywendiyên Derve ya Desteya Bilind jî li hev kiriye û li gorî vê ev komîte dê hemû danûstandinan bike. Xelîl li ser mijarên din ên hatine guftugokirin jî ev tişt anîn ziman: “Li ser yek kirina daxwazên tevgera Kurd hate rawestîn. Di vê çarçoveyê de li ser mijara Sûriyeyek Demokratîk û Federal, her wiha ji bo civaka Sûriyeyê û hebûna gelê Kurd sîstemeke demokratîk hemfikirînek derket holê. Dîsa me xwest ku em jiniha û pê de gotina Rojavayê Kurdistanê bikar bînin, lê hevalên me yên aliyê din, yanî partiyên din biryara xwe nedan û heta amadekirina kongreya xwe ev biryar taloq kirin.”
‘KOMÊN ÇEKDAR ÊN BIYANÎ NAYÊN QEBÛLKIRIN’
Xelîl diyarkir ku, ew li ser bûyerên li Serêkaniyê jî rawestiyane û ev tişt gotin: “Me li hevkir ku em mudaxeleya komên çekdar ên biyanî ya li hemberî herêmê qebûl nekin. Her wiha me ji bo pîrozkirina berxwedana gelê Kurd a li dijî hêzên çekdar ên biyanî li hev kir.”
NÛÇE DEREWAND
Xelîl, nuçeya ku di hinek malperan de derketiye û îdîa dike ku dê hêzên YPG û pêşmerge hêzek leşkerî ava bikin jî derewand û got ku ev nûçe ji rastiyê dûrin. Xelîl, got ku wan di hevdîtinên xwe de tenê li ser yek kirina hêzên li Rojavayê Kurdistanê gûftûgo kirine.