'AKP’ê ji ber polîtîkaya Heskîfê winda kir!’
Li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku hedef dike bajarê dîrokî yê 12 hezar salî Heskîfa ku li Mezopotamyayê ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye, di bin avê de bihêle, bertekên rêxistinên hawirdorpêz didome.
Li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku hedef dike bajarê dîrokî yê 12 hezar salî Heskîfa ku li Mezopotamyayê ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye, di bin avê de bihêle, bertekên rêxistinên hawirdorpêz didome.
Li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku hedef dike bajarê dîrokî yê 12 hezar salî Heskîfa ku li Mezopotamyayê ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye, di bin avê de bihêle, bertekên rêxistinên hawirdorpêz didomin. Serokê Komeleya Dildarên Heskîfê Recep Kavuş da zanîn ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de AKP ya ku di polîtîkayên xwe yên êrîşa li dijî xwezayê de israr kiriye, winda kiriye û wiha got: “Mirovan ji texrîbata xwezayê re gotin ‘bes’, ji polîtîkayên şaş re got ‘bes’. Vê xwe li Kurdistanê jî nîşan da. mirovan ji HES’an re, rêyên ewlehiyê, qerekol, bendavan re gotin êdî bes e.”
JI GIŞTÎNAMEYA ‘BAJAR VALA KIN’ RE ÎTÎRAZ
Bang li hikûmeta AKP’ê hat kirin ku Heskîfa ku 12 hezar sal dîroka wê heye û ji 10 krîterên Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê 9 hebî dihundirîne, di bin avê de nehêle. AKP’ê li qadên hilbijartinê got wê bendava Ilisuyê di demeke kurt de biqedînin. Li ser vê bertekên li dijî AKP’ê zêde bûn. Bi sedan gund, hoyuk û 10 hezaran erezî û xweza bi vê bendavê re wê tine bibe. Şêniyên navçeyê îtîrazê giştînameya ‘bajar vala bikin’ kirin. Şêniyên Heskîfê bi rêya dadgehê li Desteya Wezîran îtîraz kirin û gotin kesên di projeyê de israr bikin wê di hilbijartinan de têk biçin.”
BERSIV DAN POLÎTÎKAYA KOMKUJIYA XWEZAYÊ YA AKP’Ê
Serokê Komeleya Dildarên Heskîfê Recep Kavuş diyar kir ku AKP’ê ji ber israra polîtîkaya komkujiya xwezayê, xwîn winda kiriye û got: “Bi taybet encamên di hilbijartina giştî de derketiye holê, encama texrîbata ku li xwezayê kiriye bû. Em encamên hilbijartinê hinekî jî bi vê girê didin. Mirovan ji texrîbata xwezayê re gotin êdî bes e. Ji polîtîkayên şaş re gotin êdî bes e. Vê xwe li Kurdistanê jî nîşan da. HES, bendav, qerekol û rêyên ewlehiyê xwezaya me texrîb kirin. Mirovan ji vê re gotin êdî be se. Piştî hilbijartinan hêviya me zêde bû. Hêviya me zêde bû ku wê Heskîf di bin avê de nemîne. Daxwaza me ji hikûmeta nû eve ku ev proje bê sekinandin. Bila ev projeya şaş neyê pêkanîn. Niha gelek parlamenterên ku fikarên wan yên xwezayê hene, hene. Em ê daxwazên xwe ji ser wan vebêjin. Divê mîrateya me nebe qurbana enerjiyê.
ANCAX DI SED SALÎ DE DIKARE BÊ RESTOREKIRIN
Kavuş got bedela polîtîkayên valakirina Heskîfê di pêşerojê de giran in û wiha pê de çû: “Çîroka dewletê ya valakirina Heskîfê hebû. Ew vala derket. Yekane armanca vê hebû; zemîna hiqûqî ya Bendava Ilisuyê bê avakirin û xebatên hatine kirin jî di vî alî de bibûn. Heta îro gelek pere hatin xerckirin. Di bin navê kolandinê de, di bin navê restorasyonê de pereyên mezin hatin xerckirin. Lê restorasyona Heskîfê wê 100 salî bidome. Dewlet bû sedema jiyana hezar û 500 kesî. Niha ev polîtîka didomin. Gelê Heskîfê êdî pêşniyarên dewletê qebûl nake.”
ZEMÎNA HIQÛQÎ YA DI BIN AVÊ DE BIHÊLE TINE
Hawirdorparêz Ridvan Ayhan got wan îtîrazê giştînameya ku ji bo di mehekê de Heskîfê vala bikin hatiye şandin, kirine û wiha got: “Zemîna hiqûqî ya ku dewlet Heskifiyan ji cihê wan bike nemaye. Me Heskîfiyan îtîrazê giştînameyê kir. Me bi rêya dadgehê serî li Desteya Wezîran da. Armanca me ev e ku Heskîf di bin avê de nemîne. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Heskîfî wê xwedî li mîrateya xwe ya 10 hezar salî derkevin.”