Akaslan ê YPG'yî bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Şervanê YPG'ê Huseyîn Akaslan (Mazlûm Dogan) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG'ê Huseyîn Akaslan (Mazlûm Dogan) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê YPG'ê Huseyîn Akaslan (Mazlûm Dogan) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û duh cenazeyê wî anîn Pirsûsê, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin. Girseya gel cenazeyê Akaslan ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê wergirtin û bi meşekê bir şehîdgeha li ser rêya Ziyaretê. Komê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên şervanê YPG'ê huseyîn Akaslan hilgirt û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Ocalan", "YPG/YPJ dimeşe erd û ezman diheje" û "PKK gel e gel li vir e" qîriya.

Cenazeyê Akaslan piştî wecîbeyên olî li şehîdgehê hat veşartin. Piştre li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" û "Rojava" bi hezaran kesî deqeyek rêz girtin.

Piştre li ser navê MEYA-DER'ê Mûzaffer Ûlaş axivî û got: "Em bi saya şervanên xwe yên leheng gihîştin vê astê. Eger ne ji şehîdên me bûna, serfîraziya Kobanê pêk nedihat. Ji ber vê yekê em ê her tim li cangoriyên xwe xwedî derdikevin. Rêya wan her tim pêşeroja me ronî dike. Şehîdên me her tim di dilê me de dijîn." 

Bavê Akaslan Muslum Akaslan jî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku ew bi kurê xwe re serbilind e û got, "Ez her tim bi kurê xwe serbilind im. Di rêyekê pîroz de şehîd ket. Dema mrov ê rewşa Kobanê dibînin agir bi dilê mirovan dikeve. Mirov dibêje xweziya deh kurê min hebûna min ew jî bişanda Kobanê li hemberî wan çeteyên hov şer bikira. Eger Kobanê ji wan çeteyên qirêj paqij bûbe bi saya van cangoriyên me yên leheng e. Şehîd namirin."

Piştî axaftinan girse dîsa heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê meşiya û 2 cenazeyên ji Kobanê hatibû nexweşxaneyê pêşwazî kirin.